Dayîka Taybet li cihê ku hatibû qetilkirin, hate bibîranîn

Dayîka Taybet hate bibîranîn a ku di dema berxwedana xwerêveberiyê  ya Silopiyê de ji aliyê hêzên Tirk hatibû qetilkirin û cezayê wê 7 rojan li kolanan hatibû hiştin.

Di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Sîlopiyê qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin û heta 18'ê Çileyê, 36 rojan berdewam kiribû. Di qedexeyan de gelek welatî di êrîşên leşker û polîsan de hatibûn qetilkirin. Yek ji kesên ku hatibû qetilkirin jî dayîka bi navê Taybet Înan bû ya ku cenazeyê wê 7 rojan li erdê mabû. Malbata Înan û nûnerên rêxistinên demokratîk Dayika Taybet Înan a 57 salî ku di qedexeya Kolanan de li navçeya Sîlopiyê hat kuştin û 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma, li cihê ku hatibû qetilkirin ew  bi bîr anîn.  Di ser kuştina Taybet Înan re 3 sal borîn. Bi pêşengiya Rêveberên HDP, DBP'ê yên Sîlopiyê li cihê bûyerê Dayika Taybet Înan hat bibî anîn. Gelek endam û rêveberên HDP û DBP'ê û welatiyên ku ji Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Şirnex û navçeyên Şirnexê jî hatin tev li bernameya bibîranînê bûn. Parlamenterên HDP'ê Nûran Îmir, Tulay Hatîmogullarî û Dêrsîm Dag jî tevlî bernameya bibîranînê bûn.

‘EM HÊ JÎ LI BER XWE DIDIN’

 Li vir parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, bal kişand ser pêvajoyê û qedexeya Silopiyê ku dema Înan hat qetilkirin û wiha got: "Li ser gelê Kurd polîtîkaya komkujiyê tê meşandin. Di şexsê Înan de vîna jina Kurd tê ceribandin. Em hêj li vir in. Em hêj li vir li ber xwe didin. Duh me li ber xwe da îro jî em li vir li ber xwe didin. Li Kurdistanê 3 sal berê berxwedanek dîrokî hat nîşandan. Em hevrêyên xwe yên berxwedana dîrokî nîşan dan bi hurmetî bi bîr tînin. Em tu carî Înan ji bîr nakin. Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyê gotin 'Me 6 roj şûnde bihîst.' Milyonan kesan bihîst, lê wekî ku wan nebihîstibe xwe dan xuyakirin. Em ji bîr nakin. Ne 3 sal 300 sal derbas bibe jî em ji bîr nakin.”

Parlamentera HDP’ê Hatimogullari jî wiha got: "Êşa Taybet Înan hêj di dilê me de ye. Dixwazin hemû gelan têxin bin zextan û kontrol bikin." Hamîtogullari bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Birêz Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina rêzdar Ocalan bê, 42 roj in di greva birçîbûnê de ye. Îro ligel gelê Kurd gelên din ên Tirkiye jî di bin tecrîdê de ne. Ez iro li ber mala Dayika Taybet  bang li berpirsiyaran dikim. Dawî li tecrîdkirina gelê Kurd bînin.”

GIRSEYÊ QERENFÎL DANÎN CIHÊ KU ÎNAN LÊ HATIBÛ QETILKIRIN

Girsê piştî daxuyaniyê meşiyan cihê ku Dayika Taybet Înan lê hatibû qetilkirin û li wir Înan bi bîr anîn. Girse dema meşiya bê navber dirûşmeyên "Şehit namirin" berz kirin. Girsê qurnefil danîn cihê ku Înan lê hatiye qetilkirin û ew bibîr anîn. Girsê piştre çûn mala Mele Hasan Sanir û siyasetmedara kurd Pakize Nayir ên ku di êrîşan de hatibûn qetilkirin.