Dayika Mîr Perwer li ber kurê xwe hate veşartin

Dayika Mîr Perwer, Fîlîz Aydin li Goristana Ewran li gel kurê xwe hate veşartin.

Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) 23'ê Kanûnê li paytexta Fransa Parîsê di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de hate qetilkirin. Dayika Mîr Perwer Fîlîz Aydin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Aydin ku demek bû ji ber enfeksiyonê li Xarpêtê dihate dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Fîlîz Aydin doh hate wergirtin û saet di 03:00 de li Goristana Ewran li kêleka gora kurê wê Mîr Perwer hate veşartin. Tenê malabat û xizmên wê tevlî merasîmê bûn.