Dayika Aştiyê Akgul qala êşkenceya lêgerîna tazîkirî kir

Ji Dayikên Aştiyê Kûmrû Akgul ku li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate destgîrkirin, got "7 polîsên emrê wan bi qasî neviyên min bûn, li gel feryada min jî bi zorê kincên min ji min kirin. Bêyî ku li ber xwe bikevin, bi kamerayê jî kişandin."

Dayika Aştiyê Kûmrû Akgul nerazîbûn nîşanî betalkirina wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû da. Kûmrû Akgul bi bîr xist ku Gergerlîoglû ji ber êşkenceya lêgerîna tazîkirî ya ku timî dixist rojevê bû hedef û got, di dema destgîrkirinê de ew jî tazî kirin û bi vî rengî lê geriyan.

Kûmrû Akgul ji ANF'ê re qala vê kiryara bi serê wê ve hate, kir. Akgul bi bîr xist ku di navbera salên 2018-2019'an de di dema grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê dihate meşandin, ew jî hate destgîrkirin. Kûmrû Akgul got, "Tevî dayikan em di 10'ê Gulana 2019'an de li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatin destgîrkirin. Em birin Emniyeta Stenbolê û li wir 7 polîsên jin ku bi qasî neviyên min bûn, ez tazî kirin û bi vî rengî li ser min geriyan. Tevî feryada min jî bi ser min ve hatin, kincên min bi zorê ji min kirin û bêyî ku li ber xwe bikevin bi kamerayê kişandin. Yekemcar tiştekî wiha hatibû serê min. Mafê û hedê kesî nîne ku mirovekî tazî bike. Tevî ku min ji dadger re qala vê yekê kir, tiştekî hiqûqî nekir, lê belê em dayikên ku ji bo zarokên xwe radibin ser piyan, darizînin."

'NIHA JÎ EM DI HEMAN PÊVAJOYÊ DE NE'

Kûmrû Akgul anî ziman ku niha jî heman pêvajo heye, li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dewam dike û bang kir. Kûmrû Akgul diyar kir ku bi taybetî di vê dema şewbê de binpêkirina mafên mirovan zêde bûye, her roj girtî bêhtir nexweş dikevin û di rewşeke wiha de dewamkirina greva birçîbûnê cihê fikarên mezin e. Kûmrû Akgul ragihand ku ew bi xwe jî xwişka girtiyekî nexweş e û got, "Tecrîd kiryarek li dijî mirovahiyê ye. Cezayê muebbetê yê girankirî li birayê min Erdal Ozel birîn û 16 sal in li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê li hucreya yekkesî di tecrîdê de ye. Tevî ku 42 salî ye ji ber şert û mercên zordar ên nebaş bi nexweşiya gurçikê, şekir û şîzofrenî ket. Du salan li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sinir û Ruh a Bakirkoyê ma. Dema ku krîza dil derbas kir, li şûna ku wî bibin nexweşxaneyê, ew birin ocaxa tenduristiyê. Beriya du hefteyan dema ku pê re axivîm nikarîbû biaxiviya. Mehê carekê derziyek lê dixistin, lê niha wê jî nakin."

'DIVÊ TAVILÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ BÊN VEKIRIN'

Kûmrû Akgul diyar kir ku divê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne tavilê bên qebûlkirin û got, "Ez bi taybetî bang li CPT dikim. CPT tu li ku ye? Gelo çavên te girtî ye, guhên te ker e? Tu feryada dayikan nabihîze? Em naxwazin êdî rondikan bibarînin. Niha jî qala girtina HDP'ê dikin. Lê belê heta ku rondikên dayikan hebe wê nikaribin HDP'ê bigirin... Bila ev zilm êdî biqede, êdî bes e. Bila deriyên Îmraliyê tavilê bên vekirin û Birêz Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne."