Dayika Aşitiyê Nahîde Ormanli hate girtin

Dayika Aşitiyê Nahîde Ormanli (65) ya ji Silopiyayê ku ji aliyê dadgeha temiziyê ve 4 sal û 8 meh cezayê wê hatî qebulkirin, hate girtin û şandin girtîgehê.

Endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê Nahîde Ormanli (65) a ku ji navçeya Şirnex Silopiyayê bi hinceta ku beşdarî çalakî û aktivîteyan bûye, di derbarê wê de di sala 2011’an de bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûç kirin’ doz hatibû vekirin û 4 sal û 8 meh ceza haitbû dayîn.

Ormanli ya ku nêzî 2 sal û nîv di girtîgehê da mayî û piştre hatibû berdan, cezayê ku hatî dayîn ji aliyê dadgeha temiziyê ve di rojên derbasbûyî de hatibû erê kirin. Ormanli dema xwest biçe Herêma Federal a Kurdistan- Iraqê ji bo ku cezayê wê hatiye erê kirin hate binçavkirin û Ormanli hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

Nahîde Ormanli wê salek û 3 meh din di girtîgehê de bimîne.