Dayika Îlyas Demir ê HPG’yî jiyana xwe ji dest da

Dayik Rûkiye Demîr dema ku di xwest beşdarî cenazeyê kurê xwe Îlyas Demîr ê HPG’yî bibe qeza kir, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Îlyas Demîr ê ku yek ji 6 HPG’yiyên ku di roja 5’ê Cotmehê de li bejahiya Şelaleya Toparlar a navçeya Koycegiz a Mûglayê ku dihat îdîakirin di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li taxa Yenîmahalle ya navçeya Hezex a Şirnexê hatibû veşartin. Dayik Rûkiye Demîr ku di roja 13’ê Cotmehê de ji bo beşdarî cenazeyê kurê xwe bibe ji navçeya Kerboran a Mêrdînê bi neviyê xwe Demhat Demîr ê 2 salî re ketibû ser rê û piştre li ser rêya Hezexê qezaya trafîkê derbas kirîbû, hatibû rakirina Nexweşxaneya Îpekyolû ya Qoşerê.

LI CEM KURÊ XWE HATE VEŞARTIN

Dayîk Demîr ku bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Demîr li cem gora kurê xwe hate veşartin. Metirsiya jiyana Demhat Demîr jî didome.