Daxwaza girtina qatilê Yildirim red kirin
Rûniştina doza Medenî Yildirim pêk hat. Dadgehê daxwaza girtina qatil Adem Çîftçî red kir.
Rûniştina doza Medenî Yildirim pêk hat. Dadgehê daxwaza girtina qatil Adem Çîftçî red kir.
Di 28'ê Hezîrana 2013'an de dema protestoya çêkirina kalakol-qereqolan ên li gundê Hêzan ê Licêya Amedê de Medenî Yildirim ê 19 salî bi guleya eskeran hatibû kuştin.
Danişîna 11'emîn doza "Kuştina bi zanebûn" li Adem Çîftî hatibû vekirin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dayika Yildirim Fahriye Gunduz, parêzerên wî Sîdar Avşar, Ercan Yilmaz û Sevcan Delîdere beşdarî danişînê bûn. Bersûc Çîftî û parêzerê wî bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn.
Piştî danasîna nasnameyê, danişînê destpê kir. Dayika Medenî Yildirim Fahriye Gunduz di danişînê de axivî û got: “Bi salane danişîn dewam dike.” Serokê Dadgehê li ser vê yekê axaftina dayika Yildirim birî û ji re got: “Heya ku mijarên kêm bên temam kirin, emê mafê axaftinê bidin te.”
Parêzerên malbata Yildirim, xwestin mijarên kêm ên di dosyeyê de bên temamkirin û derbarê bersûc de biryara girtinê bê dayîn. Parêzerê bersûc jî xwest ku muwekîlê wî beşdarî danişînin ne be.
Dadgehê piştî navberê, têkildarî ketin û derketina guleyên li canê Yildirim ketibûn rapor xwest, daxwaza girtina bersûc red kir, biryar da ku bersûc beşdarî danişînan nebe û danişîn taloqî 4’ê Sibatê kir.