Daxwaza girtina Kişanak û Yildirim hate kirin

Siyasetmedarên jin Gulten Kişanak û Gulser Yildirim ên ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de dozgeriyê îfadeyên wan girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê hatin kirin.

Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya di derbarê çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ve tê birêve birin de, îfadeyên Parlementera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulser Yildirim û Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak hatin girtin.

Siyasetmedarên ku bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) tevlîbûyîn, parêzerên wan jî amade bûn. Parêzerên Yildirim ji Mêrdînê, parêzerên Kişanak jî ji Amedê bi rêyê SEGBÎS’ê tevlîbûn. Parêzer Kenan Maçoglu yê endamê Komîsyona Hiquqê ya HDP’ê jî li Enqereyê di dema îfadeya dozgeriyê de amade bû.

Kişanak û Yildirim ên ku îfadeya wan temam bûyîn, dozger bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 5’an kirin. Heman Dadgeriya Cezayê Silhê 12’ê Cotmehê roja Dûşemê biryara girtinê ya Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û parlementera berê ya HDP’ê Aysel Tugluk dabû.