'Daxuyanî nîşan didin ku rewş li Îmraliyê cidî û metirsîdar e'

Çavdêrê siyasî Mihemed Bekir: Gelê me ji bo azadiya Rêber Apo li ber xwe dide, şerê gel ê şoreşgerî berfireh dike. Bi şikandina faşîzmê wê azadiya Rêber Apo misoger bike.

Her ku diçe helwest û nerazîbûnên li ber xemsariya Saziya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) a li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê rehîn hatiye girtin dewam dike.

Ji Komîteya Ji bo Abdullah Ocalan Azadî ya Başûrê Kurdistanê Çavdêrê Siyasî Mihemed Bekir destnîşan ku CPT bi erk û berpirsiyariyên xwe yên li ber Îmralî bê hiqûqî û exlaqî tevger dike. 

‘DAXUYANIYÊN TÊN DAYÎN DIDE NÎŞANDAN KU REWŞA ÎMRALÎ CIDÎ Û METIRSÎDAR E’

Bekir rexenyên tund li CPT’ê girt û ev got: “Piştî serdana CPT a ji bo Îmralî, daxuyanî û agahiyên tên belavkirin dide nîşandan rewşa Îmralî cidî û metirsîdar e. Di rêza yekem de Tevgera Azadî ya Kurd û em gelê Kurd xistiye nava fikar û dilgiraniyekê. Ev saziya CPT’ê li gorî min di rêza yekem de ji rewşa Rêber Apo berpirs dibînim, daxuyaniya wan a li ser Îmralî çi rû dide bi nakok in. Ev saziye bê berpirsyarî li ser vê dosyayê vê rewşê kar dike. Ev yek jî wisa dike ku gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz ên herêmê gumanê ji vê saziyê bike. Gelo vê bi zanabûn dike? Yan di nava lîstikekê de ye ku komploya naneteweyî didomîne? Ji ber ku em dibînin di pêvajoya dirêj de ne erka xwe ya li ber Rêber Apo û ne jî li ber girtiyên din pêk neaniye. Ti demê nêzîkatiyeke hiqûqî û exlaqî li gel Rêber Apo û Îmralî nekiriye. Tim nêzîkatiyeke siyasî nêz bûye. Li gorî siyaset û berjewendiyên hêzên desthilat û faşîzma Erdogan tevger kiriye. Li beramber hemû mafên girtiyekê yên li ber Rêber Apo erka xwe pêk neahtiye. CPT parçeyek ji komploya navneteweyî ye. Hiqûq û yasayên xwe ji bo siyaseta hêzên serdest binpê dike.”

‘GELÊ KURD LI KOLANAN IN JI BO AGAHIYEK JI RÊBER APO BIGIRIN’

Ji Komîteya Ji bo Abdullah Ocalan Azadî ya Başûrê Kurdistanê Çavdêrê Siyasî Mihemed Bekir destnîşan kir ku berxwedana Tevgera Apocî ew serketinên bi dest xistî li Kurdistan û cîhanê bi dest xistî, ev wisa kir ku Tirkiye têk biçe, pîlanên wan vala derkevin. Bekir wiha domand: “Ev hemû wisa dike ku dibe li girtîgeha Îmralî êrîş kiribin ser Rêber Apo. Fikar û gumanên Tevgera Azadî û gelê Kurd hene. Ji bo vê pêngavek dane destpêkirin ku divê ji rewş û tenduristiya Rêber Apo agahdar bin. Gelê Kurd li kolanan in ji bo zextê li Tirkiye û hêzên navneteweyî bikin ku dawî li vê sîstema êşkence û tecrîdê bînin.

‘RÊBER APO SEDEMA ŞER Û AŞTIYÊ YE’

Hê fam nekirine ku Rêber Apo xeta sor a gelê Kurd e. Rêveberiya KCK’ê gotiye; ‘Rêber Apo sedema şer û aştiyê ye’. Eger aştiyek hebe bi Rêber Apo û heger şer jî hebe bi Rêber Apo dibe. Serhildana gel a li kolanan hemû ew e ku agahiyek rast û dirûst bê girtin. CPT bi vê daxuyaniya xwe dibe sedemê geşkirina şer a di navbera gelê Kurd û Tirkiye. Em hemû dizanin her nêzîkatiyeke li ser Rêber Apo bi xwe re rewşên nû li herêmê dide çêkirin. Gelê Kurd gelek wisa nîne ku bêdeng bimîne. Eger tiştek nelibendê rû bide, wê Tirkiye bibe agir.”

‘DI SEDSALA NÛ DE NAXWAZIN KURD XWEDÎ CIH Û STATÛ BIN’

Çavdêrê siyasî Mihemed Bekir bal kişand ser siyaseta hêzên serdest a di sedsala nû de û ev nirxanadin kir: “Ez di wê baweriyê de me ku hêzên serdest li siyaseta xwe li Rojava, Başûr û Rojhilat li çareseriyê nagerin. Di vê sedsalê de dixwazin sîstemek nû ava bikin û cihê kurdan têde nebein. Fişar û tecrîda li ser Rêber Apo û daxuyaniya CPT vê piştrast dike. Hê jî naxwazin statûyek bidin bi Kurdan. Li gel nexwestina çareseriyê krîz û aloziyan geş dike. Helwstê gel mezin dike, ne tenê helwestên Kurdan ên xelkê herêmê ber bi teqînê ve dibin ku kuştin û malwêraniyê bi xwe re bîne. Hêzên serdest di vê demê de li aloziyan digerin.”

‘BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE…’

Bekir qala daxwazên gelê Kurd jî kir û ev anî ziman : “Gelê Kurd azadiya Rêber Apo dixwazin. Gelê Kurd êdî vê helwesta nemirovî û exlaqî ya li Îmralî qebûl nake. Gelê me gihiştye wê yekê ji bo azadiya Rêber Apo berdêl çi dibe bila bibe wê xwedî helwest be. Li ber xwe dide, Şerê Gel ê Şoreşgerî berfireh dike. Bi şikandina faşîzmê û modernîteya kapitalîzmê wê azadiya Rêber Apo mîsoger bike.”

‘AZADIYA GELÊ BAŞÛR BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE’

Herî dawî ji Komîteya Ji bo Abdullah Ocalan Azadî ya Başûrê Kurdistanê Çavdêrê Siyasî Mihemed Bekir ev bang li Gelê Başûrê Kurdistanê kir: “Gelê başûr di nava bêxemiyeke trajedî de dijî. Li beramber tecrîd û vê êşkenceya giran a li ser Rêber Apo heta niha bêxemiyek mezin heye. Rewşa li Îmralî ji bo gelê me yê Başûr trajedî ye. Her helwestek li ber Rêber Apo rû bide, baca vê gelê Başûrê Kurdistanê dide. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê siyaseta faşîzma Erdogan û hêzên sermayedar hemû civak girtiye nava xwe. Divê gelê Başûrê Kurdistan ji vê xewa giran û bê xemiya xwe rabe. Azadiya gelê me yê Başûr bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye. Gelê me eger li azadî û serbilindî digere, divê têkoşîn bike, divê ew jî dakeve kolanan bê tirs ji bo azadiya Rêber Apo hebe û dengê xwe bigihîne her kesê.”