DAIŞ'ê êrîşî koçberan kir, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan

Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî koçber û penaberên ji Iraq û Sûriyeyê kirin, ku hewl didan ji cihekî nêzî Deriyê recim Selîbî derbasî Rojava bibin. Ji ber vê êrîşê 37 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê êrîşî koçberên ji Iraq û Sûriyeyê kirin, ku hewl didan ji Deriyê Recim Selîbî derbasî Rojava bibin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dest li çeteyan werdan û êrîş têk birin. Ji ber êrîşa DAIŞ'ê 22 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Bi dehan kesên birîna wan giran bû, rakirin nexweşxaneya Hesekê. Wezîfedarên tenduristiyê ragihandin, ji birîndarên rakirine nexweşxaneyê 15 kesan jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan jin û zarok in. Hejmara mirovên di vê êrîşa çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 37 kesan.

20 birîndarên li nexweşxaneyê ne, ev in: Ebdula El-Xelef Hemed (25), Ayşa Mihemed (35), Yasir Salih Xidir (30), Beşdar Hesen (17), Mihemed Ebdurezaq (13), Delal Elawî Xidir (24), Mêrvet Yasir Xdir (3), Şeymai Xidir Xelef (30), Leyla Mehmûd (45), Mînas Xidir Wawî (15), Emar Mehemed El-Hac (18), Nûra Ehemed El-Xidir(15), Umer Elî El-Şiyûx (33), Beşar Ebdurezaq El-Şêx (11), Ebdela Ehemed Xidir, Leyla Mehmûd, Delal Elawaî Xidir (24), Receb Elî Casim, Derek Ebd El-Elî, Salih Şihade Mele Elî.

Yek ji mirovên jiyana xwe ji dest dane, pitikê 3 mehî Mintezir Ishaq Xidir e. Cenaze li Nexweşxaneya Hesekê ne.