Dagirkeran li Werxelê gaza jehrî bi kar anîn

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemenî û gaza jehrî êriş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"19'ê Tîrmehê saet di 22:30'î de artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemeniyan û gaza jehrî êriş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê.

19'ê Tîrmehê saet di 16:00 de li nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê bi balafiran bombe li derdora gundê Bazê hate barandin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

19'ê Tîrmehê saet di navbera 16:30-00:00 de qada Çemço ya herêma Zapê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hate bombekirin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye."