Dagirkeran çeperên berxwedanê 17 caran bombe kirin

Artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi obus, tank û çekên giran çeperên berxwedanê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev daxuyanî da

“Li herêma Zapê;

Di 2’ê Gulanê saet 09.00-12.00’an artêşa Tirk a dagirker bi obus û tankan êrîş birine ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran dane.

Li herêma Metînayê;

Di 28’ê Nîsanê de li herêma Girê Ortê droneke bombebarkirî ket. Hêzên me ev dron desteser kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 2’ê Gulanê de qadên me yên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amêdiyê û çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 17 caran bi obus, tank û çekên giran bombe kirine.

Dagirker hewl didin çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê bi kepçe û dozeran hilweşînin.”