Dagirkeran 12 caran êrîş kirin

Artêşa Tirk a dagirker 12 caran êrîşî çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev daxuyanî da

“Herêma Zapê;

Roja 8’ê Gulanê saet 12.00 û 15.20’an de dagirkeran êrîşî Qada Berxwednê ya Girê FM kirin. Hêzên me ji bo xweparastinê li dagirkeran dan.  

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe kiriye;

Di 8’ê Gulanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedana Girê FM bi çekên qedexekirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 8 û 9’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Amediye û Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 11 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide çeperên me yên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê FM bi kepçe û dozeran hilweşîne.”