Dagirker bênavber êrîşî çeperên berxwedanê dikin
Artêşa Tirk a dagirker bênavber bi balefir, helîkopter, obus, tank û çekên giran li çeperên berxwedanê dixin.
Artêşa Tirk a dagirker bênavber bi balefir, helîkopter, obus, tank û çekên giran li çeperên berxwedanê dixin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî weşand
“Li herêma Zapê;
Di 24’ê Adarê saet 19.00 û 20.30’an de dagirkeran 2 caran êrîş birin ser çeperên berxwedanê yên Sîda û hêzên me jî ji bo parastina xwe bersiv dan êrîşan.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 24’ê Adarê de derdora Golka ya Metîna, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Amediyê û Girê Cûdî û gundê Sêgirê yê Amediyê 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di 24’ê Adarê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Kurojahro û herêma Saca û çeperên me yên berxwedanê yên Çemçoyê 14 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Di 24 û 25’ê Adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîda 16 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”