Dadgeriya Tirk 6 sal cezayê girtîgehê li Racî Bîlîcî birî

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Racî Bîlîcî bi 6 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Bi îdîaya "endametiya rêxistinê" doz li endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Racî Bîlîcî hatibû vekirin. Rûniştina biryardanê ya dozê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat

Tevî Bîlîcî û parêzerên wî gelek parêzer û parêzvanên mafên mirovan tevlî rûniştinê bûn. Dozgeriyê xwest ku ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê li Bîlîcî bê birîn. Heyeta dadgehê bi îdîaay "endametiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bîlîcî birî.