Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de ‘qedexeya derketina derve’ hatibû ragihandin û operasyonan ango şer 79 rojan berdewam kiribû. Di qedexeyê polîs û leşkeran du bodrûmên avahiyan dabûn ber top û guleyan. 177 kes di van herdu bodrûman de hatibûn kuştin. Parêzeran ji bo kuştina wan qûrbaniyan serî li Dadgeha Makezagonê (AYM) dabû. Dadgeha Makezagonê ev doz red kir. Derbarê vê biryara redê de hê tu hincet nedaye nîşandan.
Li gorî raporên rêxistinên mafê mirovan tê gotin ku li Cizîrê di serdema qedexeyan de 288 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji van 288 kesan jî 177 kes di bodrûman de hatine kuştin û cenazeyê 14 kesan hê jî winda ye.