Dadgeha dagirker 6 sal ceza li dayika 79 salî birî

Dedgeha dagirker a Tirk 6 sal û 3 meh ceza li Dayika Aştiyê Meryem Soylu ya 79 salî birî.

Dayika Aştiyê Meryem Soylû (79) ji lêpirsîna li ser Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî, Alîkarî û Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER) tê darizandin. Di rûniştina doza Soylû de biryar derket. Rûniştina 4'an a doza Soylû ya ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” negirtî dihat darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an Amedê hat lidarxistin. Soylû beşdar nebû û Muhîttîn Muguç  li danişînê amade bû. 
  
Şandeya dadgehê ya ku hatibû guhertin, zabitên rûniştina berê xwend û rûniştinê dest pê kir. Dozger mutalaya xwe da. Dozger îdia kir ku Soylû ya endam û rêvebera MEBYA-DER’ê ye di nava xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku hatibû girtin de wek “kadro” xebitî ye. Her wiha dozger beşdariya Soylû ya şînên endamê PKK’ê û daxuyaniyan jî wek “sûc” dît. Dozger xwest ji ber sûcê “endamtiya rêxistinê” Soylû were cezakirin. 
  
Parêzer Muhîttîn Muguç îtîrazî mutalaya dozger kir û got tiştên ku dozger îdia dike tu delîlek wan di dosyeyê de nîne û tevlibûna daxuyaniyan a muwekîla wî di çarçoveya azadiya derbirînê de ye û xwest muwekîla wê were beraetkirin. 
  
Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi piraniya dengan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Soylû birî. Dadgeha ku ceza birî fermana girtinê neda û biryar da ku di nava hefteyekê de îtîrazî hukmê hatiye dayîn bê kirin.