DAÎŞ'ê li Kifrî êriş kir: 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Kifrî ya herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê, ji ber êrişa çeteyên DAÎŞ'ê 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku êriş li gundê Koleco yê bajarokê Kukis ê navçeya Kifrî şeva Sêşemê qewimiye.

Li gorî agahiyan, çeteyan destpêkê bi hawanan êrişî navendeke leşkerî ya hêzên pêşmergeyan kirine û piştre li navendê reşandine.

Fermandarê Tûgaya 5'an a Şarezûr Aram Nûrî ji Rojnewsê re axivî û têkildarî mijarê agahî da.

Nûrî diyar kir, ji ber êrişê 2 pêşmergeyên wan ên bin avê Îsmaîl û Surikêw jiyana xwe ji dest dane.

Li Kifrî roja 5'ê Adarê ji ber teqîna li ser rê 2 karker birîndar bûbûn.

1'ê Sibatê li ser rêya navbera bajarokên Zînane û Serqela yên Kifriyê çeteyên DAÎŞ'ê 2 bira revandibûn.

30'ê Çileyê li herêma navbera Xaneqîn û Kifriyê çeteyên DAÎŞ'ê 8 kes revandibûn û piştî rojekê 2 kes înfaz kiribûn.