BI DÎMEN

Cotstandartiya li herêmên afetê

AKP ku li Derya Reş di felaketa herî biçûk a lehiyê de herêma afetê radigihîne, li navçeyên Elbak û Sarayê yên Wanê tevî ku çar salên dawî sê felaketên lehiyê qewimîn, herêma afetê ranegihand.

COTSTANDARTIYA AKP-MHP'Ê

Hikumeta AKP'ê ku li herêmên Tirkiyeyê hemûyann di dema afetan de herêma afetê radigihîne û bi her awayî alîkariyê dike, dema mijar dibe bajarên Kurdsitanê polîtîkayeke cihêkar dimeşîne. AKP ku di erdheja Wanê de herêma afetê ranegihand, niha jî li herêmên lehiyê heman cihêkariyê dike.

Hefteya derbasbûyî li Elbak, Qelqelî û Saray ên Wanê ji ber barana zêde lehî rabû û xisareke mezin a madî li herêmê bû, bi hezaran heywan mirin. Her wiha ji ber lehiyê av li gelek bexçeyên malan ket, zerar li zeviyên çandiniyê bû. Piştî şewatê ti ji saziyên AKP'ê dest li rewşê wernedan. Şaredariyên DEM Partiyê seferber bûn û hewl dan alîkariyê bigihînin gundan. Piştî lehiyê qeymeqamtî û walîtiya ser bi AKP'ê ve tespîta xisarê jî nekirin.

HEVŞAREDAR ACAR: GELÊ HERÊMÊ TÊ CEZAKIRIN

Hevşaredarê Sarayê Davût Acar anî ziman ku xemsariya Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) sedema vê pirsgirêkê ye û got, "Dîwar nehat lêkirin, yê hate lêkirin jî qewîn xuya nake, her gava lehî radibe hildiweşe. Eger ev kar bi têrkerî hatibûya kirin ne zerar li zeviyên me yên çandiniyê dibû ne jî li mirovên me." Davût Acar diyar kir ku DSÎ tenê makîneyeke kar şand û ji bilî vê tiştek nekir.

Davût Acar ragihand ku gefa felaketa lehiyê li ser gelek gundan heye û got, "Li bajarên rojava hiqûq ji vir cuda ye. Me cihêkarî di dema şewata li Mêrdîn û Amedê de dît. Gelê herêmê tê cezakirin. Em ê careke din serî li DSÎ bidin. Divê herêm weke herêma afetê bê ragihandin, banga me bi vî rengî ye. Weke şaredariyê em hewl didin birînan bipêçin, şaredariya bajarê mezin di gelek mijaran de dibe alîkar. Hêviya me ji saziyên cemaweriyê ew e ku wezîfeya xwe pêk bînin. Gelê me mexdûr bûye."

KINAYOGLÛ: RANEGIHANDINA HERÊMA AFETÊ CIHÊKARÎ YE

Endamê Meclîsa Şaredariya Sarayê Şerîf Kinayoglû jî li ser mijarê axivî û bi bîr xist ku li Sarayê hefteyekê çar caran lehî rabû û got, "Şaredariya bajarê mezin ji roja destpêkê ve dest lê werda. Şeva destpêkê walî hat û got, wê ya pêwîst bikin lê belê tiştek nekirin. DSÎ tenê bi makîneyekê dixebite. Divê herêma me weke herêma afetê bê ragihandin û ev der herêma afetê ye. Ji sedî 80 ê zeviyên me di nava avê de man û lehî timî radibe. Divê bendên avê bêne danîn ku zerar li gundên me nebe û tedbîr bêne wergirtin. Lê belê me heta niha piştgirî nedît."