Cotkaran li dijî zilma DEDAŞ’ê rê ji trafîkê re girtin

Li hemberî zilma DEDAŞ’ê ya li Mêrdîn û navçeyên wê cotkaran Rêya Îpekê ji trafîkê re girtin.

Li gundên navçeyên Artûklû, Qoser, Dêrika Çiyayê Mazî û Nisêbîna Dêrikê ji 14’ê Gulanê û vir ve elektrîk hatine qutkirin. DEDAŞ bi hinceta ku deynê elektrîkê yê hin cotkaran heye, elektrîka herêmê qut kiriye. Li hemberî vê zilma DEDAŞ’ê cotkaran li ser Rêya Îpekê ya navneteweyî çalakî li dar xistin.

Cotkar li nêzî gundê Semo civiyan û bi tereqtoran rê girtin. Ji ber ku rê hate girtin, li ser rê wesayît li dû hev rêz bûn. Gelek jendirmeyên Tirk sewqî herêmê hate kirin.

Cotkar Kadrî Ete diyar kir ku deynê DEDAŞ’ê li wî tune lê dîsa jî DEDAŞ’ê hemû kesan ceza dike û got, “Em hemû kes mexdûr bûne.”

Cotkarê bi navê Siyabend Ecevît jî got ku;“Heman tiştî li nikarin li rojavayê Tirkiyeyê bikin. Heke rojavayê Tirkiyeyê qebûl kir, em ê jî qebûl bikin. Vê zilma ku li me dikin, nikarin li cihekî din bikin.”

Cotkarê bi navê Şêxmûs Qaso jî got, “Zarok, kal û pîr perîşan bûne. Dilopek av tune. Ez nexweşê KOAH’ê me, ez girêdayî cîhazê me lê elektrîk tune.”