Colemêrg bi destê qeyûman wêran bûye

AKP'ê ku li hemû çiya û newalên Colemêrgê qereqol û HES çêkiriye, bi talankirina Şaredariya Colemêrgê re navenda bajêr jî wêran kiriye.

Piştî ku qeyûm li Şaredariya Colemêrgê ya HDP'î hate danîn, bajar wêran bû. Şaredariya Colemêrgê ku sala 2015'an kete destê DBP'ê, ji aliyê AKP'ê ve hate desteserkirin û qeyûm lê hate tayînkirin. Şaredariya Colemêrgê heta Hilbijartinên Xwecihî yên 31'ê Adarê di bin dagirkeriya qeyûm de ma. Di navbera salên 2015-2019'an de ku qeyûm lê bû, ti xizmet ji gelê Colemêrgê re nehate kirin. Ji vê jî wêdetir, xizmetên ku Şaredariya DBP'î dikir, hatin rawestandin, hatin xerakirin. Di serî de navenda Colemêrgê, taxên wê hemû hatin wêrankirin.

Gelê Colemêrgê piştî 4 salan, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de dawî li talankeriya qeyûm anî û bi rêjeyeke gelekî bilind a dengan HDP hilbijart. Şaredariya HDP'î di nava 6 mehan de rêyên ku ji aliyê qeyûm ve hatin xerakirin ji nû ve çêkir, tax û kolan asfalt kir û ava paqij ji nû ve gihand bajêr. Piştî 3 salan Colemêrg veguherî bajarekî paqij. Lê belê 18'ê Cotmeha 2019'an Şaredariya Colemêrgê ya HDP'î ji nû ve bi destê qeyûm hate talankirin û xizmetên ji gel re dihatin kirin hatin rawestandin. Colemêrg ku nêzî 7 meh in ji aliyê qeyûm ve hatiye dagirkirin, ji nû ve wêran bû.

GUH NADE BAJÊR

Ji ber ku demsal havîn e, rêyên bajêr di nava tozê de mane. Kortên li ser rêyên sereke û kolanên bajêr bandoreke neyînî li jiyanê dikin. Dema ku baran dibare navenda bajêr dibe mîna golê û ji heriyê mirov nikare bimeşe. Wesayit jî nikarin bi hêsanî di van rêyan de biçin. Tevî ku welatiyan nerazîbûn nîşanî vê yekê dane heta niha gavek nehatiye avêtin. Şaredariya Colemêrgê ku divê xizmetê ji gel re bike, xizmetê tenê ji leşker û polîsan re dike. Qeyûm, derfetên Şaredariya Colemêrgê hemûyî bi kar tîne û rê ji qereqol û leşkergehan re çêdike.

Mirovekî ji Colemêrgê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku rewşa bajêr qet nebaş e. Welatiyê Colemêrgî anî ziman ku kortên mezin li ser rê hene û got, "Rê xera bûne. Qeyûm jî vê rewşê dibîne, lê belê kar nake. Ne ji bo xizmetê hatine, ji bo talanê û xerakirinê hatine û dest danîne ser şaredariya me. Em; gelê Colemêrgê vê yekê dibînin. Ew li derveyî îradeya me li vir in. Em teqez wan naxwazin. Divê şaredariya me teslîmî îradeya rasteqîn a gel bikin."