Colemerg xwe ji bo Newrozê kar dike

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Colemergê Kadîr Şahîn ragihand ku ew 20'ê Adarê li Colermerg, Gever, Şemzînanê û 21'ê mehe jî li Çelê Newrozê bi dirûşma ''Dema Dema Serkeftinê ye'' pîroz bikin.

Komîsyonên ku ji bo Newrozê li Colemergê hatine amadekirin xebatên xwe didomînin.

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Colemergê Kadîr Şahîn got ew ê Newroza îsal bi dirûşma ''Dem dema serkeftinê ye'' pîroz bikin.

Şahîn diyar kir ew dixwazin li meydanan bi gel re, bi agirê mezin û coşiyeke mezin Newrozê pîroz bikin û got, ''Ji niha ve em bang li gelê xwe dikin ku li dora agirê Newrozê kom bibin, em hêrs, serhildana xwe geş bikin, daxwaza xwe ya azadiyê li her qadê bi pîrozkirina Newrozê vebêjin.''

Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Emîn Sarî jî diyar kir ew ê 21'ê Adarê li Geverê Newrozê pîroz bikin û bang li gel kir ku tevlî Newrozê bibin.