Cizîrî: Dem hatiye ku em pişta xwe ji nû ve rast bikin

Şêniyên Cizîrê ku piştî talan û dagirkeriya qeyûm a sê salan ji nû ve dest bi rêvebirina şaredariya xwe kirin, diyar kirin ku wê di binê xirbeyê qeyûm de nemînin.

Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Berîvan Kûtlû xebatên xwe yên bi gel re didomînin. Cizîriyan qala karên li navçeyê û xizmetê kirin û bendewariyên xwe anîn ziman.

Ji şêniyên Cizîrê Ûmût Botan bi bîr xist ku di dema qeyûm de gelek qadên girîng hatin valakirin û got, "Pirsgirêkên herî mezin ên li navçeyê pirsgirêka av û binesaziyê ye. Her ku baran dibare li Cizîrê lehî rû dide. Em dibînin ku şaredarî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan dixebite. Ev yek me kêfxweş dike."

XEBATÊN JI BO ÇANDÊ

Hamza Kûrt jî bal kişand ser girîngiya karên çandî û got, "Çand qadeke ku gel digihîne cewhera wan û diparêze. Yek ji deverên ku destpêkê bûn hedefa qeyûman karên çandê bû. Lewma bi dîtina min divê şaredariya me karên çandê zêde bike. Heta ku em bi rastiya xwe zanibin wê qeyûm nikaribe me bitirsîne. Me doh jî serê xwe li ber qeyûman netewand, îro jî em ê di bin xirbeyê qeyûman de nemînin. Gelê Botanê di bin de nema. Dem hatiye ku em pişta xwe ji nû ve rast bikin."

Hasan Yilmaz jî anî ziman ku rêveberiyeke demokratîk ji bo wan girîng e û got, "Em dibînin ku hevşaredarên me bi gel re kom dibin û pêşniyarên gel girîng dibînin. Bêguman karê wan ê çar mehan tê dîtin, lê belê divê mirov hîn bêhtir bixebitin."

GEL Û RÊVEBERÎ BI HEV RE

Îrfan Bekçî jî bal kişand ser talankeriya qeyûm a di nava du salên dawî de û got, gel û rêveberî bi hev re dikarin vê yekê çareser bikin û destketiyan ji nû ve biafirînin.