'Cizîr bêkes ma, bila Leyla bêkes nemîne'

Hevsera şehîdê berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê Orhan Tûnç, Guler Tûnç: Dengê jêrzemînên Cizîrê bi têrkerî nehat bihîstin, her kes bêdeng ma. Lê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê em bêdeng nemînin.

Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi sedan girtiyan ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, roj bi roj krîtîk dibin. Hevsera şehîdê berxwedana Cizîrê Orhan Tûnç, Guler Tûnç li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku 90 roj li pey xwe hişt, axivî. Tûnç, Leyla Guven û her kesê li ber tecrîdê radibin silav kir û got, daxwaza berxwedêran daxwaza wan e.

Tûnç bi bîr xist, Guven û berxwedêrên din ji bo Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd bedena xwe dane ber birçîbûnê û got, "Em dibînin ku bi salan e Ocalan û gelê Kurd tecrîdkirî ne. Ji ber vê yekê berxwedêran bedena xwe dan ber mirinê. Divê em li derve xwedî li vê çalakiyê derkevin. Çalakiya Leyla Guven û hevalên wê yên li girtîgehan, ji berxwedana li Zindana Amedê û berxwedêrên li jêrzemînên Cizîrê ne cuda ye. Dibe dengê Jêrzemînên Cizîrê bi têrkerî nehate bihîstin û her kes bêdeng ma. Ji bo careke din heman tişt nebe, divê em li pêşberî berxwedêran bêdeng nemînin."

BERÎ KU ŞEHADET ÇÊBIBE...

Tûnç bi bîr xist, greva birçîbûnê ketiye roja 91'ê û got, "Çalakiyên hevrêyan hemûyan roj bi roj krîtîk dibin. Rewşa wan a tenduristiyê nebaş e. Berî ku şehadet çêbibe, divê em dest bidin hev, çalakiya wan mezintir bikin û bi hev re tecrîdê ji holê rakin. Girîng e em li her qadê nerazîbûna xwe nîşan bidin û êdî rabin ser piyan. Pêwîste em bibin dengê Leyla û hevalên wê."

Tûnç her wiha nerazîbûn nîşanî medya navendî ya Tirkiyeyê da ku xwe ker kiriye û got, "Raya giştî ya Tirk mîna her carê xwe ker, lal û kor kiriye. Bi vî rengî bûyerê ji nedîtî ve tên. Ji xwe em ji wan tiştekî hêvî nakin. Ez ji vê derê bang li gleê me yê li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dikim. Divê Rojhilata Navîn tev bibe yek û ji bo vê çalakiyê bi hev re têbikoşe. Berî ku bedena hevalên me hîn bêhtir bihele, em encameke baş bi dest bixin."