Serdanên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ji bo partiyên li Başûrê Kurdistanê didomin. Ciwanan îro serdana Partiya Komeleya Îslamî, Partiya Hevpeymanî û Partiya Komunîst (Şiyuî) kirin.
Komek ji endamên Komîteya Dîplomasî ya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanî Têkoşer çûn serdana 3 partiyan. Armanca serdanan ew ku platformek hevbeş a ciwanan li ser asta Başûrê Kurdistanê bê avakirin.
Endamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanî Têkoşer çûn serdana partiyên Komelya Îslamî, Hevpeymanî û Partiya Komunîst (Şiyuî). Partiyan bi keyfxweşî serdana cianan pêşwazî kir û diyar kirin ku ew amade ne ji bo rêxistinkirinek hevbeş. Di serdanê de rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û êrîşên dagirkeriyê yên delweta Tirk hate nîqaşkirin.
Di serdanan de endamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanî Têkoşer pîrtûkên şehîd Helmet (Diyar Xerîb) diyarî endamên partiyan kir.