Ciwanên Welatparêz li Kerkûkê meydan ji Erdogan re xwestin

Bi sendan endamên Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, bi meşeke li Kerkûkê lidar xistin, gefên Erdogan, Bahçelî û Heşdî Şehbî protesto kirin.

Yekîtya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê înkara dîroka gelê Kurd û gelên wê ya ji aliyê Tayyîp Erdogan ve û gefên Devlet Bahçelî û Heşdî Şehbî bi meşekê protestokirin.

Meşa ku li baxçeyê Qela Kerkûkê di saet 16:00’an de destpê kir heta pêşiya Waltiya Kerkûkê dewam kir, bi sedan ciwan tevlî bûn.

Di çalakiyê de ewilê Hewrê Ferîdûn axivî û diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê Kurdên dijîn hemû planên hêzên dagirker têk birine. Ferîdûn li dijî hêzên ku dixwazin Kerkûkê dagir bikin ev tişt got: “Gelê em yên li çar parçeyên Kurdistanê dijîn daye bi têkoşîna xwe daye îspatkirin ku tu hêzên dagirker nikarin roja met arî bike. Ev helwesta gel hêrsa dijmin zêde kiriye, daye nîşandan ku ji derveyî dagirkirinê ti armanca hêzên dijmin nîne. Hêzên dijmin ji bo dagirkeriyê bidin kirin dest bi planên qirêj ên nû kirine. Di serê vê planê de bi gotinên Kerkûk ne ya Kurdistanê ye her roj daxuyaniyan didin. Em weke ciwanên Kurd ji gefên Erdogan, Bahçelî û Heşdî Şebî natirsin, em li Kerkûk in. Me li ser vê xakê bi hezaran şehîd dane. Heta dawiyê em ê girêdayî şehîdên xwe bin. Eger bên em li vir amade e, li benda we ne.”

Endamê Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Ferhat Efrînî jî wiha got: “Hêzên dagirker baş bizanin hatin di destê we de ye, lê çûyîn wê ne bi destê we be, wê çûna we bi destê me be.”

Efrîn, destnîşan kir ku bi hezaran sal e gelên Kerkûkê bi hev re dijîn û got: “Kurd, Tirk, Ermenî, Tirkmen, Ereb, Asûrî û Sûryanî û gelek pêkhateyên xwe ve bi hezaran sal e bi hev re dijîn. Erdogan û Bahçelî hatine dibêjin Kerkûk ne ya Kurdane. Em weke ciwanên Başûrê Kurdistanê em ê li dijî kesên ku dixwazin xaka me ji destê me bigire, me tine bihesibîne, dibêjin; Bakur, Başûr, Rojilat û Rojava wê li dijî we têkoşînê bike. Em ê polîtîkayên we yên înkarê têk bibin.”