Ciwanên welatparêz: Li dijî dagirkeriya Tirk bi ruhê Şeladizê serî hildin

Tevgera ciwanên welatparêz li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.

Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriyê bang li gelê Başûrê Kurdistan û ciwanan kir ku dakevin qadan.

Artêşa Tirk a dagirker şevê din li dijî herêma Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê dest bi operasyona dagirkirinê kir.

Daxuyanî wiha didome;

“Em ciwanên welatparêz û jinên ciwan ti carî dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Em ê helwesta bidin nîşandan ku çawa li dijî êrîşên li ser Qendîl û Başûrê Kurdistanê bûn mertalên zindî. Em ê ti caran li dijî êrîşên dagirker û hevkarên wan bêdeng nemînin.

Em bêdengî û helwesta hikûmeta herêmê û Iraqê şermezar dikin. Armanca êrîşan ne tinekirina PKK’ê ye, armanc dagirkirina hemû xaka Başûrê Kurdistan û serweriya Iraqê ye. Em ciwanan amadene ku li li dijî êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bibin mertal.

Em bang li hemû gelê Başûrê Kurdistan û bi taybet li ciwanan dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bêdeng nemînin û xwedî helwest bin. Li hemberî dagirkeriyê bi ruhê Şeladizê serî hildin û dewleta Tirk ji xaka Başûr derxînin û binxînin.”