Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Ciwanên Ranyayê: Em amade ne biçin Rojava

Li Ranyayê ciwanan dagirkeriya li ser Rojava şermezar kirin û gotin ew amade ne beşdarî berxwedana li Rojava bibin.

Li bajarê Ranyayê ya girêdayî Silêmaniyê endamên Ciwanên Şoreşger yên Başûrê Kurdistanê li dijî wan êrîşên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan û şermezar kirin.

Daxuyanî wiha ye:

''Em Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî wan êrîşên li ser xaka me ti carî bêdeng namînin û em amade ne biçin Rojavayê Kurdistanê, li dijî dagirkeran şer bikin. Em bang li hemû gelê Başûr dikin ku li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û rabin serhildanê.''