Ciwanên Pirsûsê: Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne

Li navçeya Pirsûsê ciwanan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: "Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne."

Ciwanên Pirsûsê: Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne

Beriya Newroza Rihayê li gelek deverên bajêr agirê Newrozê gur dibe. Li navçeya Pirsûsê ciwanan ji bo bal bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan cawên li ser "Agir Newrozê dê tecrîdê bişewitîne" nivîsandî li erdê raxistin û agir bi wan xistin. Ciwanan bi agirê Newrozê peyama "Agirê Newrozê dê tecrîdê bişewitîne" dan.

Ciwanan li dor agir govend gerandin û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.