Ciwanên Mexmûrê: Roj roja azadkirina Rêber Apo ye

Ciwanên Mexmûrê bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, “Divê ciwan xwedî li Rêber Apo derbikevin. Ji ber ku îro êdî ne roja şikandina tecrîdê, roja azadkirina Rêber Apo ye.”

Endamên TCM/TJCM’ê yên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bal kişandin ser asta tecrîdê û projeya konfederalîzma demokratîk a Ocalan ku yekane çareseriya kirîz û şerên li Rojhilata Navîn eû gotin, ‘’Berxwedana Rêber Apo ya li Îmralî kir ku berxwedana gel jî xurt bibe.”

Ciwanên Mexmûrê têkildarî tecrîda li ser Ocalan û projeya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

‘DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE GEL TÊ TECRÎDKIRIN’

Endama TJCM’ê Gulê Gulbihar bal kişand ser asta tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di roja me ya îro de di şexê Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo de tecrîdeke pir giran li ser gelê Kurd heye. Her çendî asta tecrîdê giran jî bûbe, Rêber Apo bi berxwedan û helwesta xwe ya çareseriyê hemû plan û komployên di serî de li dijî xwe, li dijî gelê Kurd û tevgera Azadiya Kurd pûç kiriye. Ji bo vê tim dijminê gelê Kurd li dijî Rêbertiya me bi helwesteke tund rawestiyane.’’

‘EV SÎSTEM DAWIYA WAN TÎNE’

Gulbihar qala kaos û kirîzên li Rojhilata Navîn kir û got: “Di her gav û kêliyê de Rêber Apo bi raman û felsefeya ku ji bo gel daniye, gel ji kaos û kirîzê rizgar kiriye. Mînaka vê ya herî şênber jî sîstema li Rojavayê Kurdistanê ye. Sîstema Komfederalîzma Demokratîk ya ku pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn kirî yekane rê û rêbaza çareseriyê û jiyana hevpar a gelan e. Li Rojhilata Navîn ya k tim xwîn jê tê û birîna wê nayê pêçêna wê bibe dermanê birîna bi sedan salan. Ji bo vê tecrîd ev qasî tê girankirin û şidandin. Ya rast bi vê tecrîdê gelê Kurd û mirovahî xistine girtîgehê. Ji ber ku di serî de artêşa Tirk û dijminê gelê Kurd dizanin ku wê ev sîstem dawiya wan bîne, hewl didin di serî de Rêbertî û Tevgera Azadiya Kurd tine bikin. Lê her carê Rêber Apo li dijî vê derketiye û pûç kiriye. Di serî de gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ên di bin zilma serwerên demê de tecrîdê qebûl nekin.’’

‘TÊKOŞÎN DIVÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO BE’

Endama TJCM’ê Gulê Gulbihar bibîr xist ku divê ciwan rabin ser xwe û got: “Ji bo vê şikandin û azadkirina Rêber Apo divê ciwan bi rol û erka xwe ya demê rabin. Yekane armanca wan divê şikandin û têkoşîn ji bo azadiya Rêbertiyê be. Ne wisa be, ti wateya ciwantî û jiyînê namîne. Ciwan wê bi têkoşîna li her qadê bibin xwedî biryar a berxwedan û serketinê. Berovajî be wê ne di berjewendiya gel û civakê de be.”

‘DI DÎROKA ÎMRALÎ DE ASTA TECRÎDÊ YA HERÎ GIRANKIRIYE’

Endamê TCM’ê Rêber Kapar, behsa asta tecrîda girankirî kir û ev tişt anî ziman: “Tecrîda ku îro li ser Rêbertiya me tê kirin, di dîroka Girtîgaha Îmraliyê de nehatiye dîtin, bi asta herî zêde tê kirin. Di pêvajoya dagirkirina Efrînê re ev asta tecrîdê zêdetir bû. Bi taybet piştî ku Tirkiye, Rûsya û Amarîka ya ku li ser Efrînê li hevkirin û ketin çiravê, xwe avêtin ber lingê Rêbertî û jê daxwaz kirin ku hêzên Kurdî yên li Efrînê bila Efrînê radest bikin. Piştî ku helwesta Rêber Apo ya zelal dîtin ku asta tecrîdê ya heyî hê zêdetir kirin û derfetên berê hatibûn dayîn hatin sînordarkirin û heta televîzyon û rojname jê girtin. Dîsa li gel vê sepandina cilên yekrengî ya li ser Rêbertiya me hat nîşandan ku bê çiqas dijmin asta tecrîdê giran kiriye.

Tirkiye bi vê kiryara xwe dide nîşandan ku bê çi di aliyê siyaseta navxwe-dereve dîsa aliyê aborî yên welat û derveyî welat çiqas tengijiye.”

‘ROJ ÊDÎ NE ROJA ŞIKANDİNA TECRÎDÊ, ROJA AZADKIRINA RÊBER APO YE’

Kapar bal kişand ser nerazîbûnên gelê Kurd û rista ciwanan û got: “Ev tecrîd ne ji aliyê gel û ne jî ji aliyê ciwanan ve tê pejirandin. Ji bo şikandin û azadkirina Rêber Apo divê li welat û derveyî welat li her cihê Kurdek lê dijîn rabin ser lingan û tevlî pêngava ‘Serî Hilde’ bibin. Êdî dem hatiye ne ji bo em tecrîdê bişkînin divê em Rêbertiya xwe azad bikin. Ji bo azadiya Rêber Apo divê bi pêşengtiya jin û ciwanan serhildan bi asteke bilind bibi. Li gel vê divê ciwanên Başûrê Kurdistanê dîsa bi taybet ciwanên Mexmûrê lêbigerin û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê geş û gur bikin. Ev jî yekane erkê me ciwanan e. Bi rê û rêbazên demokratîk her cure çalakiyan bike û mafê xwe yê rewa bi kar bîne.

‘KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK PROJEYA HERÎ PÊŞKETÎ YA DEMÊ YE’

Kapar destnîşan kir ku sîstema Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji projeya herî hevdem a çareseriyê ye, di serî de ji bo pirsa Kurd û pirsgirêkên Rojhilat Navîn û got: “Hemû gel, netew, pêkhate, ol û mezhebên cihê dikarin xwe di nava vê sîstemê de bibînin û weke xwe hebûna xwe bijîn. Ev proje dikare bibe bersiva hemû civakên li ser rûyê erdê.

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) Bedran Yuruk êrîşên dijminên gelê Kurd bibîr xist û got: “Her demê dijminên gelan û hêzên hegonom ên qaşo serweriya cîhanê dikin tim û dayîm ji bo tinekirina civak û qirkirina gelan destpêkê li dijî rêveber û serwerên wan an jî kesên rêberî û pêşengtî ji bo wan dikir xwestine tine bikin yan dîl bigirin. Bi vê rêbazê hewl dane civakê bêbandor û tine bikin, ji daxwazên wan vegerîne.

‘TEVÎ HEMÛ MERCÊN GIRAN ÊN TECRÎDÊ JÎ BERXWEDANA RÊBERTIYÊ GEŞ BÛYE’

Yuruk qala rewşa giran a jiyînê ya li Girava Îmralî û asta giran a tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Ev bi salan e Rêberê me dîl hatiye girtin û li girava Îmraliyê ya ku di her alî de mercê jiyînê lê hatiye qûtkirin, tê ragirtin. Tevî hemû şert û mercên giran ên girtîgehê jî berxwedana Rêbertî ya ji bo azadiya vî gelî kêm nebû heta hê zêdetir bû. Gelê Kurd û dostên wan ê ku vê rastiyê dibînin, vê dipejirîn. Ji bo vê hêz ji vîn û berxwedana Rêbertiya xwe girtiye û asta têkoşîn û berxwedanê zêdetir kiriye. Her ku dijminê gelê Kurd ev biryardariya berxwedanê dît, vê carê asta tecrîd û êrîşan girantir kir û hemû derfetên jiyanî yên girtiyan ji Rêbertiya me girt. Li aliyekê hevdîtinên li gel malbat, li gel parêzer dîsa sînordarkirinên li girtîgehê herî dawî bi standina televîzyon û rojnameyan asta êrîşan mezintir kir.”

‘JI BER KU BI HESABÊ WAN ANYÊ BÊDENGIN’

Yuruk bêdengiya hêzên navneteweyî jî bibîr xist û got: “Tevî hemû hewldan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rêber Apo û gelê Kurd qada navneteweyî ya ku çav, guh û devê xwe girtî, kir ku têkoşîna rizgariyê ya Rêber Apo ji bo di kesayeta gelê Kurd de ji bo Rojhilata Navîn dixwaze bide tinekirin. Ji ber ku felsefe û ramana Rêber Apo ya pirrengî, pir civakî ya ji bo hemû gelên Rojhilat Navîn ne li hesabê dijminê Kurdan û ne jî li hesabê hêzên serdest e, ku qaşo dibêjin em mafê mirovan diparêzin û dibêjin ew demokrat in, ji bo vê bêdeng in. Lê belê her çiqas tecrîd û êrîşên qirkirinê yên di serî de li ser Rêber Apo û gelê Kurd, em dibînîn ku ne berxwedan Rêber Apo kêm bûye û ne jî ya gelê Kurd. Gelê ku ber bi azadiyê ve bimeşe, nema kes dikare wan rawestîne.”

Yuruk bal kişand ser hêza ciwanan a dînamîk a civakê û wiha nirxand: “Jin û ciwan eger ku di şoreşan de pêşengtî bikin wê bikarin civakê ser bixîn û şoreşê pêk bînin. Di nava civakê de beriya ku herî zêde şoreşê bide kirin, ji bo gelê xwe pêşengtiyê bikin ciwan in. Ji bo şikandin û pêşengî ji fikra Rêber Apo re bikin jî divê ciwanên Kurd bin. Ne tenê li bendê bimînin, bê rawestan bikevin nava liv û tevgerê. Şoreşa me ji ciwanan dest pê kiriye û wê bi ciwanan bi ser bikeve.”

‘JI ROJA RÊBER APO HATÎ GIRTIN Û BIRIN ÎMRALIYÊ VE TECRÎD TÊ KIRIN’

Endamê Koordînasyona TCM’ê Azad Tekîn jî qala tecrîdê kir û got: “Ev tecrîd ne ku îro dest pê kiriye, ji roja ku Rêber Apo hatî dîlgirtin û birin Girtîgeha Îmralî ve bê nabvber hatiye domandin. Bi taybet piştî salên 2011’an û vir ve asta tecrîdê hatiye şidandin û heta bi dagirkirina Efrînê ve gihiştiye asteke cuda.”

‘HER KU TÊK ÇÛN, DERB XWARIN TECRÎD GIRANTIR KIRIN’

Tekîn qala şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd kir û got: “Her ku dijimên gelê Kurd bi taybetî li Rojava û Bakurê Kurdistanê derb xwarin, asta tecrîdê girantir kirin. Ev bi pêvajoya Efrînê re derket asta herî jor. Dema Erdogan li Efrînê têk çû û nema karî derkeve, bi heyetekê ve ketin ser rêya Îmralî. Ji Rêber Apo daxwaz kirin ku berxwedana li Efrînê bê bidawîkirin û Efrînê radest bikin. Dema ku bersiva neyînî girtin. Êdî tecrîd kete qonaxeke nû.Bi vê re ketine nava hewldanên lixwekirina cilên yekrengî jî. Bi berxwedana Rêber Apo re berxwedana gel jî bilind bûye.”

‘PROJEYA HERÎ BIBE BERSIV Û DAWÎ LI KIRÎZAN BÎNE YA RÊBER APO YE’

Tekîn bal kişand ser projeyên ji bo pirsgirêk û kirîzên li Rojhilata Navîn û wiha pêde çû: “Li Rojhilata Navîn kaos û krîzên mezin hene, heta niha ji derveyî projeya Rêber Apo ti proje nebûne bersiv. Yekane projeya Rêber Apo ye bersiva nakokiyên li herêmê. Ji bo vê Rêber Apo ne weke Rêberê Gelê Kurd weke Rêberê Gelan tê pênasekirin. Sîstema Konfederalîzma Demokratîk li dijî Sîstema Kapitalîst alternatîfeke ya jiyanê ye. Mînaka vê Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriye ye.”

‘CIWAN DIVÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN LI QADAN BIN’

Endamê Koordînasyona TCM Azad Tekîn rol û mîsyona ciwanan bibîr xist û got: “Rêbertiya me ji ciwantî dest bi vê şoreşê kir. Divê ciwan jî di roja îro de xwedî li Rêbertiya xwe û doza gelê xwe derkevin. Divê ciwan li dijî êrîşên li ser Rêbertiya xwe nepejirînin û rabe ser lingan. Li kijan qadê dibe bila bibe dive têbikoşin. Divê li hemberî dagirkeriyê hemû ciwanên Kurd, bi taybet ciwanên Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê biherikin qadan û tevlî têkoşînê bibin. Bêdengî mirin e, divê ciwan bêdeng nemînin.”