Ciwanên Kurd tevlî nav refên gerîlayan dibin

Ciwanên Kurd ên ku tevlî nav refên gerîlayan dibin gotin ku “Tevlêbûna me ji Soylû re bersiva herî mezin e.”

Dewleta Tirk û medyaya girêdayî wê ji bo ku ciwanên Kurd tevlî nav refên gerîlayan nebin, astengiyan zêde dike.

Her çiqas dihat îddîakirin ku di çend salên dawîn de tevlêbûna nav gerîlayan kêm bûye û hejmara gerîlayan jî roj bi roj kêm bûye jî, li hemberî polîtîkaya dewleta Tirk û medyaya wê ciwanên Kurd tevlî nav gerîlayan dibin.

Agît Çiya û Pîro Çiya yên ji Amedê tevlî nav refên gerîlayan bûne ji ANF’ê re axivîn.

‘ÇIYA XEYAL Û HÊVIYA MIN E HERÎ MEZIN BÛ’

Gerîla Agît Çiya: Navê min Agît Çiya. Çima Çiya? Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst li ser ciwanên Kurd şerekî taybet dimeşîne û bi fihûş û tiryakê nahêle ciwanên Kurd tevlî nav gerîlayan bibe, ev bersiva herî mezin e. Çiya ji bo min her dem xeyal û hêviya min a mezin bû ku ez bigihêjimê. Jiyana li çiyayan, jiyana kesên li çiyayan dimînin. Ji ber vê min navê xwe kir Agît Çiya.

Di demên dawîn de li ser ciwanên Kurd şerekî taybet tê meşandin. Dixwazin pêşiya tevlêbûna ciwanên Kurd bigirin. Serokwezîrê dewleta Tirk ê faşîst Suleyman Soylû îddîa dikir ku “Kes tevlî nav refên gerîlayan nabin, hejmara gerîlayan kêm e.” Ev hemû derew e. Bi tevlêbûna nav gerîlayan me nîşan da ku ev derew e. Di demên dawîn de heval Mûrat Karayilan ji bo tevlêbûna gerîlayatiya bi profesyonelî nirxandinek kiribû. Tevlêbûna me bersiva li ser vî esasî ye. Ji bo ku em tevlî nav refên gerîlayan nebin dijmin zextên mezin dike. Me jî li hemberî zextên dijmin stûyê xwe xwar nekir û em a niha hatine nav refên gerîlayan.”

‘WEKÎ ÇIYAYAN EZ Ê BERSIVÊ BIDIM DIJMIN’

Gerîla Pîro Çiya: Navê min Pîro Çiya. Ji ber hesreta min a çiyayan min navê xwe kir Çiya. Ez bawer im di jiyana xwe de ez ê wekî çiyayan li hemberî dijmin bibim bersiv.

Dijmin her çiqas pêşiya tevlêbûna me girtibû jî, em li ser perspektîfa tevlêbûna profesyonel a heval Mûrat Karayilan kûr bûn û em gihiştin qadên azad, heval, war û çiyayên xwe. Ev me bextewar dike. Hemû astengiyên dijmin bi tevlêbûna me pûç bû.

Ne ku bi tenê em tevlê bûne. Em ji Amedê hatin û daxwaza tevlêbûna ciwanên li wir me bextewar dike. Em bang li ciwanên Kurd û Kurdistanê dikin. Astengî û zextên dijmin çiqasî pir be jî, firsend hene. Ya girîng ev e mirov bi profesyonelî nêz bibe, vî tiştî têxe pratîkê.”