Ciwanên Kurd li ber AKP'ê radibin û berê xwe didin çiyê!

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewreyeke perwerdeyê ya gerîlayên nû bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû. Şervanên ku perwerda xwe bi dawî kirin dîploma xwe girtin û bi coşeke mezin berê xwe dan qadên pratîkê.

Di vê dema dawî de ku li tevahiya çiyayên Kurdistanê şerek pir dijwar diqewime û êrîşên dagirkeriya Tirk bê navber didomin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewreyeke din a perwerdeya şervanên nû bi merasîmeke leşkerî bi dawî bû.

Fermandarên YJA Starê Bêrîtan Silopî, Ronya Dersîm û Fermandarên HPG’ê Orhan Cîhat û Agir Ciwan tevlê vê merasîma girtina dewreya perwerdeyê ya gerîlayên nû bûn. Di merasîmê de fermandarê HPG’ê Orhan Cîhat girtina dewreya perwerdeya gerlîyên nû pîroz kir û ev peyam dan; “Îro dewreya şehîd Rewşen bi dawî bû. hevalan soza xwe dan, nasnameya xwe girtin û ji bo pratîkê amade ne. Em mezûnbûna dewra perwerdê ya hevalan pîroz dikin. Wek tê zanîn em di pêvajoyek giran de derbas dibin. Êdî rewş wek berê nîne. Di serî de desthiladariya AKP û Erdogan, hêzên dagirker dijminahiyeke mezin li Kurdan dikin."

CIWAN BI TEVLÊBÛNA XWE PÊŞÎ LI POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET DIGIRIN

Fermandar Cîhat li hember van êrîşan bal kişande ser tevlêbûna ciwanên Kurd û wiha dewam kir; "Erdogan û rayedarên AKP’ê heya niha di tevahî axaftinên xwe de vê peyamê dide raya giştî; dibêjin ciwanên Kurd êdî tevlê PKK nabin. Me pêşiya tevlêbûnê girtiye. Lê rastî ne wisa ye. Her çiqas di vê mijarê de êrîş û şerek taybet dabin meşandin, lê ciwanên Kurd ref bi ref berê xwe didin qadên çiyê. Çiqas tedbîr hatibin girtin jî, çiqas êrîş hebin jî ciwanên Kurd di her astê de ji her çar parçên Kurdistanê tevlê dibin. Ev bi serê xwe li hember van êrîşan peyameke. Helbet eger bawer nakin, dikarin werin meyze bikin. Ji niha û pê ve jî em bawerin wê ciwanên Kurdistanê tevlêbûna xwe zêdetir bikin û van polîtîkayên şerê taybet vala derbixin. Heger wan sund xwariye Kurd û Kurdistanê xilas bikin, dijmantî dewam bikin, em bawerin ku wê ciwanên Kurd li ti deverê bê deng nemînin. Îro li her derê êrîşên wan hene, li Bakûr, li Başûr, li Qadên Parastina Medyayê û li Rojava bi her awayî êrîşên xwe didomînin. Li hember vê êrîşa topyekûn divê yek ciwanek Kurd, yek mirovek azadîxwaz bê deng nemîne."

MEZINBÛNA PKK'Ê, NEYARAN DITIRSÎNE

Fermandarê HPG'ê Orhan Cîhat li hember êrîşên topyekûn ên dagirkeriya Tirk bang li gelê Kurd û ciwanên Kurd kir ku li her derê tekoşîna xwe bilind bikin û baweriya xwe bi polîtîkayên şerê taybet ên Erdogan û rayedarên wî neynin. Cîhat bi van gotinan dawî li peyama xwe anî;

"Banga me ji gelê me re, ji ciwanên Kurd re û ji tevahî gelê cîhanê re jî ew e; dibe niha dagirkeriya Tirk xwe pir mezin dibîne û di bin navê tunekirina PKK’ê de polîtîkayên ne rast dimeşîne. Dibêjin ku; 'Me PKK xilas kir... Em ê tam xilas bikin'. Lê her kes baş dizane ku ev ne rast e. Bila gelê me jî bizane ku tiştê wisa rast nîne. Lê divê gelê Tirkiyê jî bizane ku bi vê êrîşa xwe ve ne tenê bi me re, bi tevahî cîhanê re ketiye nava şer û dijminahiyê. Ji ber wê em careke din dibêjin, eger Tirkiye dostanî bi gelê Kurd re, bi gelê Rojhilata Navîn û mirovahiyê re neke û bi vê dijwariyê bi ser gelan de were, wê tolhildana me jî mezintir bibe. Em bawerin ku wê ciwanên Kurd jî bi tevlêbûna xwe tolê hilgrin û van êrîşan vala derxin. Li ser vê bingehê em careke din tevlêbûna we hemû hevalan pîroz dikin. Ji vir û şunde erk û berpirsyariya ciwanan giran bûye. Em bawerin wê hemû ciwanên Kurdistanê bi giraniya van berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi erkên xwe yên demê rabin û emê bi vî rengî gelê Kurdistanê, Rêber APO û tevahî cîhanê ji êrîşên dagirkeriyê rizgar bikin. Li ser vê bingehê em ji hemû hevalan re serkeftin dixwazin. Bijî Serok APO."

Merasîma leşkerî ya gerîlayên nû bi dirûşmeyên; “Bijî Serok APO, Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû. 

Di dawiya merasîmê de gerîlayên nû mezûnbûna xwe li hevdû pîroz kirin û rozetên PKK, HPG û yên YJA Star’ê diyarî hevdû kirin û bi coş û kelecaneke mezin berê xwe dan qadên tekoşînê yên cur be cur. Gerîlayên bi navê Avşîn Serdem, Hozan Dalaho û Jiyan Rojevîn armanca tevlêbûna xwe û peyamên xwe yên ji bo tevahî ciwanên Kurd bi me re parve kirin…

AKP Û DAGIRKERIYA TIRK TENÊ XWE DIXAPÎNIN

AVŞÎN SERDEM: Ez ji Bakurê Kurdistanê tevlê nava refên gerîla bûm. Sedema tevlêbûna min, li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk, faşîzma AKP’ê ya li ser gelê Kurd, bi taybet jî li ser jinê û ciwanan, serî rakirinek bû.  Min xwest bi tevlêbûna xwe gav bavêjim û bibim bersiv. Her çiqas bêjin ku tevlêbûn nîne, kême, me pêşiya tevlêbûnan girtiye ev tenê xwe xapandineke mezine. Vaye hun jî dibînin, bi sedan tevlêbûn heye. Eger ev ne xwe xapandinek ba em jî niha li vir nedibûn û me ev gotin ne dikirin. Tevlêbûn jî her roja diçe zêdetir. Dewleta Tirk jî di vî warî de xwe dixapîne. Ji xwe li ser van derewên xwe xwe rêve dibe.

Di roja îro de jî ev êrîş û ev dagirkerî herî zêde li dijî jinê tê kirin. Wek jinekê îro em bi tevlêbûna xwe bûn bersiv û emê ji vir û pêve jî bi şerkirina xwe ji van êrîşan re bibin bersiv. Di nava pergalê de şerkerbûn hertim aîdê zilam dihat dîtin. Lê vaye îro em wek jin di nav PKK de fêrî şerkirinê bûn. Li ser vê bingehê jî em ji bo tevahî jinên bindest li vir amade ne ku şer bikin û parastina gelê xwe, parastina nirxê xwe, parastina çanda xwe û parastina hemû jinan bikin. Emê heya dawî şer bikin û tekoşînê bilind bikin. Pêwîste hemû jin jî li hember van êrîşan, li hember vê dagirkeriyê bi tevlêbûna xwe bibin bersiv. Li ser vê bingehê di tekoşîna hemû jinan de serkeftinê dixwazim.

WERIN EM BIBIN LEŞKERÊN WELATÊ XWE

HOZAN DALAHO: Ez ji şarê Silêmanî tev li nava refên gerîla bûm. Li ser xaka me, li dijî gelê me zilm û zordestiyeke pir dijwar diqewime. Ev dagirkerî li her çar parçên Kurdistanê bê navber tê meşandin. Li her derê ciwanên Kurd tên kuştin û polîtîkayên asîmîlasyonê li ser me ciwanan tê meşandin. Lê me ev zilm qebûl nekir û me berê xwe da serê çiya. Me biryar da ku bibin leşkerên gel û welatê xwe. Li vir jiyanek pir cûda heye. Rêhevaltiya di nava PKK’ê de pir xurte û ji hevaltiya berjewendîperest a pergalê cûdaye. Ji ber wê ez bang li ciwanên Kurdistanê dikim, bi taybet jî ciwanên Başûrê Kurdistanê dikim ku li hember polîtîkayên asîmîlasyona netewî, asîmîlasyona navxweyî bila serî rakin û tekoşîna yekîtiya netewî bi tevlêbûna xwe bilind bikin. Niha polîtîkaya hêzên dagirker a bingehîn ewe ku Kurdan bi Kurdan bide şer kirin. Vaye niha jî bi asîmîlasyona navxweyî dixwazin çanda Kurdan, ruhê yekbûyî yê Kurdan ji hev belav bikin. Ji ber wê ji bo azadiya xaka Kurdistan û azadiya Rêberê gelê Kurd bila ciwanên Kurd tevlê nav refên gerîla bibin. Bila bibin leşkerên welatê xwe û gelê xwe.

ÎRO EM REF BI REF BERÊ XWE DIDIN ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

JIYAN ROJEVÎN: Ev pêvajo pêvajoyeke pir girînge. Li hember her awayî êrîşên dijmin wek ciwan îro em derbasî qadên çiyê bûn. Her çiqas Erdogan bêje ku êdî ciwanên Kurd nikarin berê xwe bidin çiyê, îro wek înad ji dijmin re em kom bi kom ji bakurê Kurdistanê berê xwe didin nava refên gerîla. Îro êdî wek ciwanên Kurd emê nesekinin, wê ti kes nikare me bide seknandin. Her çiqas AKP û Sûleyman Soylu bêjin ku êdî jin nikarin tevlê bibin, êdî tevlêbûna jinan nîne. îro wek înad em tevlê refên çiya bûn. Bi rastî jî êdî jineke bê zanebûn nemaye. ji ber wê jî ez bangî jinên ciwan dikim. îro em êrîşên pergalê jî dibînin. em polîtîkayên dijmin ên asîmîlasyonê jî dibînin. li hember vê her jineke tevlê bibe û li hember van êrîşan tekoşîna xwe bilind bike. ji ber me îro pêvajoya bakûr jî dît. şehadetên mezin hatin jiyan kirin. gelê me hate qetil kirin. li hember vê wê ti jin bê deng nemîne. ji ber wê ez tevahî jinan dawetî qadên çiya yên azad dikim.