Ciwanên Kerkûkê bi hunerê xwedî li bajarê xwe derdikevin

Her çiqasê Kerkûk bajarekî wiha be ku Hewlêr û Bexda ew li ser guhê re xwe avêtine, lê ciwanên vî bajarî bi hunerê xwedî li bajarê xwe derdikevin.

Piştî bûyera 16’ê Cotmeha 2017’an û bêhêvîtiya hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên li Kerkûkê û vekişandina wan a ji bajêr, komek hunermendên ciwan hewl didin hêvî bidin şêniyên Kerkûkê û aştiya sedan salan ya di navbera pêkhateyên Kerkûkê bidomînin û berfireh bikin. Her wiha xizmeta jîngeh û hunera vî bajarê bikin.

Kêm caran dibe ku ji cihekî Kerkûkê re derbas bibî û çavê te bi wan ciwanan nekeve ku li kolan û cihên giştî çalalakî hunerî, jîngehparêzî û rewşenbîrî dikin. Aliyekî din a bedewiya vê komê ev e ku endamên wê ji hemû pêkhateyên bajêr pêk tê.

Navê xwe kirine Koma Hişyarî ya Ciwanan. Yek ji projeyên herî girîng a wan ciwanan ev e ku hewl didin careke din heybeta huner vegerînin bajêr. Çawa ku Mamoste Elî Merdan û hevalên wî sedsala bihorî Kerkûk kiribûn navendeke ya miqaman û dengbêjiyê û hemû bajarên Iraqê ji bo fêrbûna miqaman bera xwe didian Kerkûkê, niha jî ev ciwanane bi heman şêwazî dixwazin Kerkûkê bikin navendekî hunerî.

Hewldanên van tenê di asta gotin de nemane, belkî kar û xebatên girîng kirine. Karên wan ê dawiyê roja 11’ê Adarê li ser Kelha Kerkûkê bi alîkariya du komên din ên hunerî ve pêşengehek ya şêwekariyê vekirin ku tê de 120 hunermend ji Kerkûk û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bi 150 tabloyan ve tevlîbûna xwe çêkiribûn.

Yek ji rêveberên Koma Hişyariya Ciwanan Helgurd Ebdulkerîm ku di heman demê gîtarjene jî di derbarê armanca wan a ji pêşengehê axivî û got: “Armanca vekirina vê pêşengehê ya li ser Keleha Kerkûkê ev bû ku em dîroka hunerî ya Kerkûkê bi hunera nû bi hevre nîşan bidin.”

Helgurd her wiha bal kişande ser taybetiya Keleha Kerkûkê û wiha pêde çû: “Kelha Kerkûkê ji aliyê Gotiyan ve hatiye çêkirin, şêwazeke xweşik a hunera mîmariyê li ser wê diyar dibe. Ji bo me cihê şanaziyê ye û îsbata dîroka hunerî ya bajarê me ye. Me bi vê pêşengehê re hem tabloyên şêwekariyê û hem jî hunera mîmarî ya Kerkûkê tevlî hevdu kir, kir yek û nîşanî yên amade da.”
Helgurt di dawiyê de got  huner nîşaneya zindîbûna civakê ye û bang li hemû pêkhateyên Kerkûkê kir ku alîgirê hunera aştiyê bin.