Ciwanên Şengalî serdana Qendîlê kirin

Ciwanên Şengalî serdana çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê kirin û ji bo geşkirina berxwedanê bang kirin.

Serdana ji bo çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê ku ji aliyê ciwanên Başûrê Kurdistanê ve tê lidarxistin, dewam dike. Ciwanên Şengalî serdana çalakgeran kirin.

Ji çalakgerên mertalên zindî Sîrwan Raperîn ji ciwanên Şengalî re axivî û işaret bi êrîş, komkujî û qirkirina ku dewlet û çeteyên Tirk li Şengalê û Êzidiyan kirine. Raperîn destnîşan kir ku yên herî baş çalakiya wan fêhm dikin, Şengalî ne.

'DIVÊ CIWANÊN ÊZIDÎ BERÊ XWE BIDIN QENDÎLÊ'

Bi navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Gerzan Azer axivî û bi bîr xist ku dema 3'ê Tebaxa 2014'an ferman li wan rabû, bi sedan gerîlayan berê xwe dan Şengalê, lewma ew ji aliyê dilsoziyê ve dengdarê gerîla ne.

Azer bang li hemû Êzidiyan bi taybetî ciwanên Êzidî kir ku li ber êrîşên dagirkeriyê rabin û berê xwe bidin Qendîlê.