Ciwanên Şengalê piştgirî dane çalakiya mertalên zindî

Ciwanên Êzidxanê serdana çalakgerên mertalên zindî kirin û piştgirî dane çalakgeran.

Çalakiya mertalên zindî ku ji 14’ê Hezîranê dest pê kiribû, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi biryardariyeke mezin berdewam dike. Her roj ji gelek deveran piştgirî tê dayîn. Herî dawî jî komek ji ciwanên Êzîdxanê li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê(YCÊ) hatin Qendîlê û serdana çalakvanên mertalên zindî kirin.

Ciwanên Şengalê daxuyaniyek dan û gotin;

“Em ciwanên Şengalê piştgirî didin çalakiya mertalên zindî û ciwanên Başurê Kurdîstanê. Em daxwaz  li hemû ciwanên Kurdistanê, bi taybet li ciwanên Şengalê û Êzîdxanê dikin ku li dijî vê dagirkeriyê xwedî helwest bin û mil bidin milê Başurê Kurdîstanê.”

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.