Ciwanên Şengalê li dijî peymana ‘Bexda-Hewlêr’ meşiyan
Tevgera Ciwanên Êzidî li Şengalê li dijî peymana di navbera Hewlêr-Bexdayê de meşiyan.
Tevgera Ciwanên Êzidî li Şengalê li dijî peymana di navbera Hewlêr-Bexdayê de meşiyan.
Meş li qada Şehîd Mam Zekî saet 17:00’an destpêkir û heta Qeymeqamtiya Şengalê dom kir.
Di meşê de pankartên ‘Em ji biryarên qirêj ên PDK’ê re dibêjin na’ û ‘Ti biryarek ji derveyî vîna Şengalê em qebûl nakin’ hatin hildan û dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, statûya Şengal û xwerêveberiyê re hatin qîrkirin.