Ciwanên Şengalê: Em ê agirê Newrozê gur bikin

Ciwanên Êzidî ji bo pîrozkirina Newrozê meşek meşaleyi li dar xist û peyama:“Em weke ciwanên Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo azadiya Êzidxan û Kurdistanê li hemû cîhanê agirê ku Mazlûm Dogan û Rehşan vêxistiye, gur bikin. ”

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yekîtiya Ciwanên Êzidî ji bo pîrozkirina Newrozê danê êvarê li Komalgeha Borik a Şengalê meşek meşaleyî li dar xistin.Meş heta Şaredariya Komelgehê berdewam kir. Di meşê de ciwanan pankarta ku wêneyê Mazlûm Doxan û Rahşan Demîrel li ser nivîsa ‘ Bi ruhê ciwanî em ê agirê Newrozê geşbikin’ hat hildan. Di meşe al û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan hildan. Di meşe de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Ap”, “Bijî gerxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana Şengalê” û “Em ciwan canfedayê Ocalan in” hatin berzkirin.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Tewrê Şengalî diyar kir ku ew weke endamên TAJÊ’ê ji bo piştgiriya xwe ji ciwanên xwe re nîşan bidin ew jî beşdarê meşa ciwanan ya bi meşale bûne û got:“Em weke jinên Êzidî Newrozê li Rêber Apo piroz dikin. Em îsal bi ruhê azadkirina Rêber Apo ya ji girtigeha Îmraliyê vê Newrozê pêşwazî dikin. Em daxwaz dikin ku tevahî gelê me di roja 21’ê Adarê de li her devêrê agirê Newrozê vêxin û beşdarî şahiya Newrozê bibin.”

Ciwana bi navê Nahîde Borık û Xezal Reşo jî Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û ev tişt gotin: “Em vê cejna Newrozê li tevahî gelen azadîxwaz piroz dikin. Newroz ji bo me sedema tekoşînê ye. Divê em li dijî zordariyê li her qadan rabin li ser lingan û divê ji bo azadiya Rêber Apo em em qadan tijî bikin. Divê ev Newroz bibe Newroza mizginiya azadiya fizikî ya Rêber Apo.”

Piştre daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de ciwanan Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahiya gelê Kurd pîroz kirin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li her kesê kirin ku di roja 21’ê Adarê de derkevin qadan.

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.