Ciwanan şev jî li dijî derbeya qeyûm li ber xwe dan
Li gelek taxên Êlihê ciwan li dijî xespa qeyûm, li qadan bûn.
Li gelek taxên Êlihê ciwan li dijî xespa qeyûm, li qadan bûn.
Ciwanên Êlihê di roja pêncemîn ango şeva pêncemîn de jî nerazîbûn û çalakiya protestoya li dijî qeyûmê danîne ser Şaredariya Êlihê berdewam kirin. Ciwanan li taxên Huzur, Cumhuriyet, Emeklî TOKÎ, Pazaryerî, Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Korikê, Bayindir, Cudî û Petrolê li qadan û kolanan çalakî li dar xistin. Ciwanan bênavber dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Şaredarî ya me ye, qeyûm wê biçin” berz kirin û hêrsa li dijî qeyûman anîn ziman. Çalakiyên ciwanan ên li taxan heta derengiya şevê berdewam kirin.
CIWANAN BERSIVA ÊRÎŞAN DA
Polîsan xwe li çalakiyên ciwanan ranegirt û bi ava şid, gaza îsotê û guleyên plastîk êrişî çalakiyan kir. Ciwanan konteynerên çopê danîn ser cadeyan û bi keviran barîkat çêkirin û agir vêxistin. Ciwanan bi keviran, molotofkokteylan û keviran bersiva êrîşên polîsan dan.