Ciwanan li Silêmanî ji bo 4'ê Nîsanê wêneyên Ocalan daliqandin

Ciwanan ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin, li Silêmaniyeyê wêneyên Ocalan daliqandin.

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer, ji bo pîrozbahiya 4ê Nîsanê li seranserê bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  daliqandin.

Ciwanan li gelek cihên cuda wêneyan daliqandin.

Li ser wêneyan ev nivîs hatine nivîsandin: "4ê Nîsanê roja bilindkirina tekoşînêye", "4ê Nîsanê îradebûna jin û ciwanan e" û "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin."