Ciwanan li Silêmanî agirê Newrozê pêxistin

Ciwanên Welatparêz li navçeya Seyîd Sadiq a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê li çiyayê Seyîd Sadiq agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin.

Ciwanên Welatparêz li ser çiyayê Seyîd Sadiq ê navçeya Seyîd Sadiq a Silêmanî agirê Newrozê pêxistin.

Tevî ji ber vîrûsa Korona qedexeya derve jî hatiye ragihandin ciwanan bi pêxistina agir Newroz pîroz kirin.

Ciwanên ku agir pêxistin Newroz li gelê Kurd û hemû azadîxwazan pîroz kirin û destnîşan kirin ku wê bi ruhê Newrozê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û dagirkeriyê jî têk biin.

Ciwanan li ber agir govend gerandin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Newroz Pîroz Be’ qîrkirin.

Her wiha li Silêmanî jî li navenda Ciwanên Welatparêz agirê Newrozê hate pêxistin. Dîsa ciwanan li navçeya Raperîn jî bi pêxistina agir Newroz pîroz kirin û li ber staranan jî govend gerandin.