Ciwanan li Derbedîxanê Newroz pîroz kirin

Di çarçoveya pîrozbahiyên cejna Newrozê li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li navçeya Derbendîxan agirê Newrozê pêxistin.

Rêxistinên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li navçeya Derbendîxan agirê Newrozê pêxistin. Ciwanan navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi agir nivîsandin. Ligel coşa heyî ciwanan daxwaz ji welatiyên Başûrê Kurdistanê bi taybetî ciwanan kir ku roja 21’ê Adarê berê xwe bidin pîrozbahiya Newrozê ya li Binarê Qendîlê.

Di heman demê de ciwanan destnîşan kirin ku Newroza îsal hemwextê berxwedana dîrokî ya gerîlayan a li hemberî dagirkeran e û bang li hemû ciwanan û welatiyên Başûrê Kurdistanê kirin ku bi coş û kêyfxweşiyê li hemû qadan tevlê Newroza azadiyê bibin.