Ciwanan li Binarê Qendîlê Newroz pîroz kirin

Ciwanan li gundên Binarê Qendîlê bi coşek mezin agirê Newrozê pêxistin û pîroz kirin.

Tevî metirsiya vîrûsa Koronayê jî li her derê Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin. Ciwanên Binarê Qendîlê jî li ser girên bildin agirê Newrozê pêxistin.

Her wiha li çiyayên bilind jî gerîlayan agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin.

Ciwanan heta direngiya şevê li ber agirê Newrozê govend gerandin.

Pîrozbahiya Newrozê li  gelek gundên Binarê Qendîlê heta direngiya şevê dewam kir.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Newroz Pîroz Be’ hatin qîrkirin.