Ciwanan li Başûr bi çandina daran 4’ê Nîsanê pîroz kir

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanên Tekoşer, li Silêmanî ji bo pîrozkirina roja ji dayikbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitlên daran çandin.

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer ji bo 71’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin û 4’ê Nîsanê pîroz kirin.

Di pîrozbahî de jina ciwan Berîtan Zagros, li ser girîngiya 4’ê Nîsanê axivîn û got: ‘’Bi boneya ji rojbûna Rêber Apo em şitlên daran diçandin. Ev roja li Rêber Apo pîroz dikim. Em hedef dikim ku sala dahatû bi şêwazek hîn baştir ev roj pîroz bikin.’’

 ‘JIDAYIKBÛNA RÊBER APO JIDAYIKBÛNA NETEWA KURD E’

Aso Hîwa jî di derbarê 4ê Nîsanê de hestên xwe wiha anî ziman: ‘’Destpêk rojbûna Rêber Apo li gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn û hemû gelan pîroz dikim. Xwedî kesayeta Netewî Serok Apo îro li dayik bûye. Tu kes nîne ku şoreşa ku Rêber Apo pêşxistiye pê şiyar nebûbe. Her Kurd divê ji xwe vî pirs bike Rêber Apo nebûya wê çi bûba? Eger Rêber Apo nebûya azadiya Kurd û Kurdistanê jî nebûya. Ji ber vê yekê dayikbûna Rêber Apo dayikbûna Netewa Kurd e. Ez wek Kurdek ev roj rojekî pîroz dizanim û pîroz dikim. Di rojbûna Serok Apo de karekterê azadiya Kurd zindî dibe. Divê her kes li Serok Apo xwedî derkeve. Serok Apo nebûya Başur û Rojava Erebî, Bakur Tirkî û Rojhilat jî wê Farsî biaxivîba.’’

 ‘JINA KURD BI SAYA RÊBER APO BER XWE DIDE Û TÊ DIKOŞE’

Silava Bahaddîn jî ev got: “Jinên Kurd bi saya Rêber Apo xwe naskiriye. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo jina Kurd bi cîhanê daye nasandin. Jina Kurd azadbûye. Hêdî jina Kurd mafên xwe dizane. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo jina Kurd berxwe dide, tekoşîn dike, civakekî birêve dibe.’’

Ciwanan piştî şitlên dara candinê pasta jêkirin. Pîrozbahî bi stran û govendê bi dawî bû.