Ciwan li Silêmaniyê li dijî xiyanetê meşiyan: Em hêzê ji gerîla û Îmralî digirin-NÛ BÛ

Ciwanên Silêmanî ji bo xwedî li berxwedana HPG’ê derbikevin, piştevanîkirina bi girtiyên Behdînan ên di greva birçîbûnê de ne û protestokirina êrîşên PDK’ê meşiyan. Ciwanan bang kir ku ew hêza xwe ji gerîla digirin.

Meşa ciwanan ji bo piştgiriya gerîlayên azadiyê, dijî xiyaneta navxweyî û zextên PDK’ê yên li ser aktivîst û rojnamevanên Behdînanê li cadeya Salim a Silêmaniyê destpê kir.

Meşa ku bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz hatiye organîzekirin, gelek welatî tevlî bûne.

Di meşê de bê navber dirûşmên “Bijî gerîla” û “Bimre xiyanet” tên gotin. Wê meş heta ber Baxê Giştî yê bajêr berdewam bike.

Li ber Baxê Giştî piştî meşê li ser  navê Komeleya Ciwanên Welatparêz ji aliyê Rêdur Germiyanî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de îşaret bi zextên PDK’ê yên li ser girtiyên Behdînanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a li dijî gerîla hat kirin.

Germiyanî got: “Ji xiyanet û êrîşên PDK’ê yên li ser gerîlayên ku li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ber xwe didin re êdî bes e. Mafê gerîlaye li her bosteke xaka Kurdistanê li dijî dijmin berxwedan bike heye.”

Germiyanî bang li PDK’ê û dewleta Tirk hat kirin û got: “Divê PDK û dewleta Tirk baş bizanin, em ciwan hêza xwe ji berxwedana gerîla û Îmraliyê werdigrin. Wê ti demê gel û gerîla ji hev neyên qut kirin. Yên ku xiyanetê li netewa xwe dikin, wê tine bibin.”