Ciwan li Kerkûkê ne: Şermezarî têrê nake, divê em çalakiyan bikin!
Ciwanên ku li dijî Komploya 15’ê Sibatê ji Silêmanî bi rê ketin gihiştin Kerkûkê û li vir bi daxuyaniyekê banga xurkirina têkoşînê kirin.
Ciwanên ku li dijî Komploya 15’ê Sibatê ji Silêmanî bi rê ketin gihiştin Kerkûkê û li vir bi daxuyaniyekê banga xurkirina têkoşînê kirin.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku bi mebesta şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî ya bi ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Silêmanî ber bi Hewlêrê bi rê ketin, îro gihiştin Kerkûkê.
Ciwanên ku saet 14.00’an gihiştina Kolana Mamê Rişe ya Taxa Şorîce a Kerkûkê, bang li her kesî kirin ku li dijî komployê bikevin nav liv û tevgerê.
Êrîş Hewlêrî li ser navê ciwanan axivî, diyar kir ku komploya li ser Ocalan pêk hatî û tecrîda li Imraliyê bi armanca têkşikîna hêviya azadiyê ya gelê Kurd e û bang kir ku her kes li qadan li Ocalan xwedî derbikeve.
‘ÇALAKIYÊN ME WÊ BÊNAVBER BIDOMIN’
Hewlêrî wiha axivî: ‘’Ev 18 sal in gelê me ji bo Rêber Apo bênavber têdikoşe. Lê hêzên komploger helwesta gelê me ji nedîtî ve tê. Em jî komplogeran û komployê şermezar dikin. Lê divê were zanîn ku tenê bi şermezarkirinê komplo pûç nabe, bêencam nabe. Ji bo vê jî divê her kes di cihê xwe de bikeve nav liv û tevgerê. Em bê west û rawest em ê çalakiyên xwedîdederketinê ji bo Rêbertiya xwe bidomînin. Îro roja çaran a meşa me ye û ji niha û pê de jî meşa me wê domdar be. Li kû devera ku em jê derbas bûyin gelk bi coşeke mezin em pêşwazî kirin. Ev pêşwazîkirina germ û jidil ji ber sedema xwedîderketina li Rêber Apo ye. Lê em ciwan bang li gelê xwe, bi taybetî jî bang li ciwanan dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo agirê têkoşînê geş û gurtir bikin.’’
Li ser navê Tevgera Azadî Mamoste Aso axivî, hêzên komploger û komplo şermezar kir û bang kir ku gelê Kurd her li kûderê ve têbikoşe.
Aso di axaftina xwe de got: ‘’Gelê me ev 18 salan bêhempa têdikoşe. Heta ku azadiya Rêber Apo pêk were çalakiyên me û têkoşîna me wê berdewam be.’’
Piştî daxuyaniyê berêvarî ciwan ber bi Hewlêrê ve bi rê ketin, wê şevê li gundê Hesarê ya Kerkûkê derbas bikin.