Ciwan ji bo Efrînê ji Silêmaniyê dimeşin Sêmalkayê

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê, meşa ji Silêmaniyê ya heta Deriyê Sînor ê Sêmalkayê hate destpêkirin.

Beriya meşê ciwan li ser Rêya Seholeke ya Silêmaniyê kom bûn û sloganên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Erdoganê dîktator’, ‘Erdoganê qatil’ berz kirin. Ciwanan alayên PKK, YPJ/YPG û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berz kirin.

Beriya meşê li ser navê girseyê Hawrê Ferîdûn daxuyanî xwend û got, “Ciwanên li Başûrê Kurdistanê divê li hemberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng nemînin û tevlî berxwedanê bibin. Divê em destûrê nedin ku dewleta Tirkiyeyê axa Kurdistanê dagir bike.”

Piştî daxuyaniyê ciwanan bi sloganan dest bi meşê kirin.

Ciwan ew ê ji Silêmaniyê heta Deriyê Sînor ê Sêmalkayê bimeşin û ew ê ev meş 7 rojan bidome. Ciwanan diyar kirin ku çi astengkirin û qedexekirin çêbibe jî, ew ê meşa xwe bidomînin.