Civîna PDK-YNK’ê ya li Dûkanê bi dawî bû
Civîna di navbera rêveberiya navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de bi dawî bû. Hat ragihandin ku ew ê encamên civînê piştre bi daxuyaniyekê were eşkere kirin.
Civîna di navbera rêveberiya navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de bi dawî bû. Hat ragihandin ku ew ê encamên civînê piştre bi daxuyaniyekê were eşkere kirin.
Piştî krîza di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de ku bi referandûmê dest pê kiribû, civîna ku bi tevlîbûna Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) pêk hatibû, bi dawî bû.
Endamên Polîtburoya YNK’ê Hêro Ibrahîm Ehmed û Mela Bextiyar, Qadir Hemecan, kurê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî Pawel Talabanî ji PDK’ê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Endamê Dîwana Serokatiyê ya Başûrê Kurdistanê Fûad Hisên û gelek rayedarên payebilind tevlî civînê bûn.
Hat ragihandin ku wê encamên civînê piştre bi daxuyaniyekê were eşkere kirin.