Civîna Konseya Fermandariyê ya HPG’ê çi nîşanî me dide?

Divê were zanîn serkeftinên têkoşînên di qadên siyasî, çandî û her wekî din de, girêdayî serfiraziya şerê hebûnê ye. Bêguman li hemû qadan têkoşîn tê meşandin lê têkoşîna leşkerî wê hemûyan bigihîne serfiraziyê.

Sala 2021’an him ji bo Kurdistanê û him jî ji bo Rojhilata Navîn bûye saleke ku şerên mezin hatin kirin. Dewleta Tirk a dagirker di barbariyê de tu sînor û qaîdeyên navneteweyî nas nekir. Bi avantaja çekên teknolojîk rejîma Erdoganê faşîst êrişî Tevgera Azadiyê ya Kurdan û gelê Kurd kir lê vê êrişa wan li dîwarê berxwedanê yê gerîlayên ku bi îradeye pole şer dikin re ket. Li hemberî kesên ku qaşo digotin me gerîla tasfiye kirine û êdî gerîla nikare şer bike, Komîteya Rêveber a PKK’ê, KCK, Konseya Fermandariyê ya YJA Starê û herî dawîn jî Konseya Fermandariyê ya HPG’ê bi tevlêbûna endamên xwe yên ji hemû qadan civînên xwe li dar xistin. Ev civîn xwedî girîngiyeke mezin e. Ev civîn nîşan didin ku gerîla hêza xwe winda nekiriye û berevajî wê di vî şerî de xurttir bûye. Rejîma faşîst piştî têkçûna mezin a li hemberî gerîla, fûryayeke şerê taybet daye destpêkirin û derewên wisa dikir ku qaşo bi operasyonên taybet hin endamên fermandariyên asta bilind ên gerîlayan şehîd xistine. Bi rojan di çapemeniya xwe de ev nûçe belav dikirin, dixwestin bala mirovan biguherînin û ser têkçûna xwe bigirin. Ev civîn hemû derewên şerê taybet pûç dike. Ji ser van tiştan mirov nêrînekê ava bike, wê  derfetê ava bike ku geşedan baş werin analîzkirin.
Li her çar parçeyên Kurdistanê di şeş salên dawîn de di warê hevsengên herêmî û global de şerekî konvansiyonel hate meşandin. Dewleta Tirk a dagirker ev şer bi piştgiriya leşkerî, siyasî û ekonomîk a NATO’yê meşand. Ev rewş bi hemû aliyên xwe derket holê. Li ser vî esasî dema ku mirov li meseleyê binihêre, mirov dikare naverok û mezinbûna şer fêm bike. Di vê pêvajoyê de xala herî sereke jî berxwedan û biryardariya derketiye holê ye. Dema mirov li têkoşîna şeş salên dawîn a gerîlayan dinihêre, asta pêşveçûna gerîlayan jî zelal dibe.
GERÎLA DI TEKNOLOJIYA LEŞKERÎ DE XWE PROFESYONELTIR KIR
Dema mirov li dîroka têkoşîna 50 salan a Tevgera Azadiyê ya Kurdan dinihêre, tê dîtin ku berê di nav pergala dinyayê ya xwedî du hêzan de têkoşîn dihate kirin, her hêzê di asta global de xwe serwer kiribû û li ser mirov ev tişt dihat ferzkirin ku divê mirov xwe bisparta hêzêkê. Li aliyekî bloka dinyaya kapîtalîst a ku DYE pêşengiya wê dike û li aliyê din jî bloka ku xwe dispart sosyalîzma reel û Sovyetê pêşengiya wê dikir. Lê Tevgera Azadiyê ya Kurdan ji dema avabûna xwe ve dûrî vê cîhana du alî kir ku gel ji bo azadiya xwe têbikoşin. Dema mirov di vî warî de lê binihêre, êdî ev dinya ne bi tenê du alî ye û gelek hêzên din jî ava bûne. Ev hêz wekî xala sereke jî belavbûna xwe ya li her derê û eciqandina têkoşîna gelan ji xwe re kirin esas. Lê hemû jî wekî varyantên cihê yên îdeolojiya kapîtalîst, xwe ji nû ve ava kirin. Dewletên wekî dewleta Tirk jî ji bo ku di nav van hêzan de neeciqe, ji bo berjewendiyên xwe gelê Kurd di serî de li hemberî gelên Kurdistanî hemû qirêja xwe meşandin. Dewleta Tirk di nav vê tabloyê de ji bo şikandina têkoşîna gelê Kurd piştgirî ji van hêzan stend û hê jî distîne. 
Wekî ku tê zanîn em di serdema teknîk û zanistê de dijîn. Hêzên global di şerên hegemonyayê de argumana wan a herî sereke pêşketinên teknolojîk û bandora van teknolojiyan a di warê leşkerî de ye. Bi destê şîrketên  sermayeyê yên pirnetewe, ji bo kaosa li Rojhilata Navîn kûr bikin û wê di nav aloziyê de bihêlin, bi demê re çekên modern çêdikin û ji bo firotina wan torekê ava dikin. Pêşengiya vî tiştî jî NATO dike. Hemû çekên di bin banê NATO’yê de tên hilberandin, bi destê dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd tê bikaranîn. Ev rewş di sala 2021’an de gihişt asteke mezin. Li hemberî vî tiştî gerîla jî di çarçoveya xweavakirinê de, gavên girîng avêt. Him di warê teknolojiya leşkerî de xwe profesyoneltir kir û him jî di tarz û taktîkan de, nûbûnên cîddî ava kir.
TÊKILIYA GERÎLA YA BI GEL RE XURTTIR BÛ
Sala 2021’an di vî warî de bû wekî encamekê jî. Xeta gerîlayên fedaî yên Apoyî derbên giran li faşîzma TC’yê xist.  Ligel ku êrişên herî modern hatin kirin û çekên îmha û kîmyewî hatin bikaranîn, TC’yê li ber fedaîbûna gerîlayên Apoyî û têkneçûna wê, xwe negirt. Rejîma Erdogan di vî warî de qet nekarî gavekê biavêje û vê carê dest bi şerekî taybet kir. Armanca wan ev bû ku gerîla bêîtîbar bike û derbê têkiliya gel û gerîlayê bixe. Lê berxwedanê nîşan da ku dijmin çiqasî êriş kir jî têkiliya gel û gerîla xurttir bû. Divê mirov bîne bîra xwe, Suleyman Soylû di sala 2017’an de gotibû ‘Em ê rewşeke wisa ava bikin ku wê tu kes nikaribe navê PKK’ê jî bibêje’. Ev gotin polîtîkaya herî sereke ya dewleta Tirk e. Vê plana çokdanînê li hemberî gelê Kurd pêk anîn.
Li hemberî vî tiştî têkoşîn bi awayekî piralî pêk hat. Têkoşîna li hemberî faşîzmê, him têkoşîna îdeolojîk û him jî têkoşîna hebûnê bû. Tevgera Apoyî ev tişt pêk anî. Gelek tevger ji dêvila ku li hemberî êrişên qirker ên dewleta Tirk li ber xwe bidin û di nav têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê Kurd de cih bigirin, bi dewleta Tirk re xebitîn, faşîzma TC’yê nedîtin û di vî şerê qirkirinê de PKK kirin berpirsyar. Di şeş salên dawîn de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û bi taybetî têkoşîna dîrokî ya di sala 2021’an de diyar kir ku ev gotin çiqasî vala ne û çawa faşîzma TC’yê meşrû dikin.  Gerîla bi têkoşîna xwe him dagirker da sekinandin û him jî maskeya hevkarên faşîzmê xist. Di serê van tiştan de jî PDK tê. Heke mirov PDK’ê bi tenê di warê geşedanên rojane de binirxîne, wê rewş zelal nebe. Dema mirov di girêdayîna dîrokê de lê binihêre, wê were dîtin ku PDK di têkoşîna rizgariyê ya neteweyî ya Kurdan de helwesta wê zelal xuya bibe. Ji Komara Kurdistanê ya Mehabadê û heta aşbetalê û ji vê pêvajoyê heta îro hevkariya wê ya li hemberî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd roj bi roj zêde bûye. Di vî warî de ji encamên civîna Konseya Fermandariyê ya HPG’ê derdikeve holê, di sala 2021’an de jî hevkariya PDK’ê derketiye holê û li hemberî gerîla dest bi êrişan kirine.
ÎRADEYA DEWLETA TIRK HATE ŞIKANDIN
Herî dawîn jî yek ji xebatkarê şerê taybet ê medyaya Tirk Abdullah Agar jî diyar kiribû ku şerê gerîla ya ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li hemberî dewleta Tirk kiriye, bîlançoya wê 1.1 trilyon dolar e û vî tiştî pişta wan şikandiye! Bi vî pereyî mirov dikare welatekî nû ava bikî. Dewleta Tirk li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ne bi tenê di warê manewî de, di warên din de jî îradeya wê hate şikandin. Ji ber vê xebatkarên wan ên şerê taybet jî li xwe mikur tên. Artêşa Tirk a ku bi çekên herî modern û teknolojîk ên NATO’yê, li hemberî gerîla di îradeya xwe ya şerkirinê winda kir. Li gorî wan ew bi avantaja teknîkê bi ser ketine lê di rastiyê de ev derewên ji ber têkçûnê ne. Dewleta Tirk di vî warî de winda kiriye û ne mumkun e ku vî tiştî telafî bikin.
HER TIŞT GIRÊDAYÎ SERFIRAZIYA ŞERÊ HEBÛNÊ YE
Asta têkoşîna di sala 2021’an de li hemberî kesên digotin ‘êdî dema çekan derbas bûye û têkoşîna çekdarî ne hewce ye’ û hewl diddin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd pasîfîze bikin jî, bû bersiveke herî xurt. Divê were zanîn serkeftinên têkoşînên di qadên siyasî, çandî û her wekî din de, girêdayî serfiraziya şerê hebûnê ye. Bêguman li hemû qadan têkoşîn tê meşandin lê têkoşîna leşkerî wê hemûyan bigihîne serfiraziyê. Berxwedana gerîla jî rêya sereke ya vî tiştî ye.
Di nav rewşeke wisa de ya ku xwe spartiye hêza xwe û bi vî tiştî re têkoşînê dimeşîne û dagirkeriyê têk dibe jî, tevgera Apoyî ye. Bi dehan mînakên vî tiştî hene. Mirov li rewşa aktuel binihêre, li Karabagê, Lîbyayê û herî dawîn jî li Ukraynayê di navbera têkoşîneke xwe dispêre hêza xwe û têkoşîna ku xwe dispêre hêza global were dîtin. Îro ligel ku hemû dinya piştgiriyê didin Ukraynayê lê Rûsya bi pêş ve diçe. Lê Efrîn û Serêkaniyê hê bajarek bûn, berxwedana ku xwe dispart hêza xwe dijminên ku NATO piştgirî dida wan têk bir. Berxwedana gerîla îfadeya herî zelal a vî tiştî ye. Gotina ‘Gerîla têk naçe’ tevî îradeya Apoyî, li hemberî împaratoriya tirs û mêtingeriyê ya ku li ser hemû gelên dinyayê tê kirin, bûye bingeha berxwedanê ya gelan.  Divê were zanîn kesêm têdikoşin ji tiştekî natirsin. Lê tirsa dijmin derketiya asîmanan!