'Civak bi ramanên Ocalan rêya xwe dibîne'

Aktivîsta TJA'yê Narîn Gezgor da zanîn ku Ocalan ji bo bingeha demokrasiyê xurt bike bi salane têdikoşe û got: "Fikir û ramanên Ocalan ji bo civakê û paşerojê, çareseriya demoratîk a alternatîf e. "

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Narîn Gezgor tecrîdkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Gezgor anî ziman tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 21 sal in bi awayek sîstematîk berdewam dike û wiha axivî: "Dema ku em li şert û mercên greva Îmraliyê dinêrîn dibînin ku Birêz Ocalan hatiye îzolekirin û têkiliyên ji derve hatine qut kirin. Ev lingek taybet ê tecrîdê ye. Di sala 2013-2015’an de bi pêvajoya ku Ocalan dabû destpêkirin bêhn hate ber gelê Tirkiyeyê. Piştî ku pêvajoya aştî û demokrasiyê hate xirakirin, tecrîda mutlak carek din xwe nû kir û li ser tevahiya gelan belav bû. Bi vê pêvajoyê re hemû hevdîtin û têkiliyên di nava girtîgehê de jî hatin birîn. 3 girtiyên ku weke sekreterya çûbûn wir jî nikarin bi Birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Tecrîd bi tu awayî nayê qebûlkirin."

'RÊYA JIYANA HEVPAR RAKIRINA TECRÎDÊ YE'

Gezgor da zanîn ku Ocalan ji bo bingeha demokrasiyê xurt bike bi salan e têdikoşe û wiha dom kir: “Fikir û ramanên Ocalan ji bo civakê û pêşerojê çareseriya demoratîk a alternatîf e. Îro tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civakê belav bûye. Polîtîka di israra şer û tecrîdê de xerakirin û hilweşînê pêk tîne. Israra di şer de dijminantiya Kurdan nîşan dide û Kurdan tune dihesibîne. Israra di şer de nîşan dide ku îqtîdar têk çûye. Tam di vê pêvajoyê de divê ji bo yekîtiya neteweya demokratîk û Tirkiyeyek demokratîk, çareseriya demokratîk a Kurd divê em bibin yek. Divê ji bo çareseriyê li hev kom bibin. Divê deriyê Îmraliyê vebe. Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Krîza heyî girêdayî tecrîdê ye. Birêz Ocalan di hevditina dawî ya bi birayê xxwe Mehmet Ocalan de ji bo çareseriya demokratîk maseya sê pî pêşniyar kir. Rêya jiyana hevpar rakirina tecrîdê ye."

'GAVA DENGÊ OCALAN DIGIHÊ CIVAKÊ AŞTÎ PÊK TÊ'

Gezgor destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin fêdeya wê ne li Kurdan û ne jî li Tirkan dibe û ev tişt got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne ji bo Kurdan û ne jî ji bo Tirkan fêdê dike. Ger ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin em ê hemû zirarê bibînin. Divê malbat, parêzer û heyet demek berî demekê biçin hevdîtin bikin û bi rêk û pêk hevdîtin bê kirin. Divê Ocalan bê guhdarkirin. Dema ku dengê Ocalan digihîje civakê aramî pêş dikeve. Birêz Ocalan, 21 sal in ji bo aştiyê têdikoşke. Felsefeya aştiyê peş dixe. Milyonan bi îmzeyên we Birêz Ocalan weke îradeya xwe ya siyasî destnîşan kir. Tecrîd li ser tevahiya Rojhilata Navîn û bi taybet jî li ser jinan tê meşandin. Di pêşengtiya jinên Kurd de grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û ev grev li seranserî Cîhanê belav bû. Jinan bi berxwedanê li dewletê gav paş de da avêtin."

'JIN TÊN TECRÎDKIRIN’

Gezgor bilêv kir ku tecrîd tenê bi rêya berxwedanê dikare bê şikandin û got: "Pêşengtiya vê jî wê jin bikin. Ji ber ku tecrîda li ser Birêz Ocalan herî zêde bandorê li ser jinan dike. Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re tundî, kuştin, destdirêjî û xespkirina deskeftiyên jinan zê de bû. Divê hemû saziyên siyasî, sivîl, ciwan, jin, mêr û hemû ferdên civakê li dijî tecrîdê rabin li ser lingan. Birêz Ocalan di hevdîtinên xwe yên berê de jî anî bû ziman, ‘tecrîd bi rêya berxwedanê dikare bê şikandin’. Dîsan divê jin yekitiya xwe ava bikin û li dijî tecrîdê ref girê bidin. Heta ku em bêdeng bimînin û yekitiya xwe ava nekin wê tecrîd jî bidome."