Cihê gora Hatîce Gurduz hate pirsîn

MEBYA-DER'ê cihê gora Hatîce Gunduz pirsî ku sala 1996'an li Dersimê di şer de şehîd bûbû.

Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya Alîkariya Kesên Xizmên Xwe Li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirin (MEBYA-DER) derbarê nedayîna cenazeyên gerîlayên PKK'ê yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Goristana Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên MEBYA-DER û malbata gerîlaya PKK'ê Hatîce Gunduz beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Destpêkê Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag axivî. Karadag, bi bîr xist ku ji Şêx Seîd heta niha bi salan e sedan gorên gelê Kurd winda ne, cenaze nedane malbatan û wiha got: "Him êşkence li ser cenazeyan dibe hem jî gorên wan xera dibin. Naxwazin goreke malbatan çêbibe ku biçin ser fatihayekê bixwînin. Em dixwazin êşa dayika rojek berî rojekê bi dawî bibe û bigihijin hestiyên zarokên xwe. "

Dûre dayika gerîlaya PKK'ê Hatîce Gunduz ku di sala 1996’an de li navçeya Qislê ya Dersîmê jiyana xwe ji dest da û li wê derê hatiye definkirin, Mewlude Gunduz axivî. Gunduz, diyar kir ku keça wê bi 10 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Şaredariyê ew li wir defin kiriye. Hemû keçên min in. Parçeyek jî be ez dixwazim goreke keça xwe çêbikim. Ev mafê me ye. Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin. 10 gor li ba hev in lê ji min zêdetir malbatên wan nediyar in. Ez dixwazim malbatên wan jî werin li keçên xwe xwedî derkevin. Çavên wan li rêya me ye."

Gunduz, ji rayedarên dewletê xwest ku ji bo testa DNA’yê xwîn ji wan were girtin, gor werin vekirin û hestiyên zarokên wan bidin ku goreke wan hebe.