Cezayê ‘hebsa malê’ dan dayika Aştiyê Adalet Çay

Ji 12 kesên li Rihayê hatin destgîrkirin endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Pirsûsê Îsmaîl Kaplan hate girtin, yên din hatin berdan. Cezayê ‘hebsa malê’ dan dayîka aştiyê Adalet Çayê.

Li Rihayê di avêtina ser malan a 6’ê Cotmehê de, 4 jê dayikên aştiyê 12 kes ên hatibûn destgîrkirin îfadeya wan a li emniyetê bi dawî bû. Omer Bozdal piştî îfadeya li emnieytê û şûnde hate berrdan, 11 kes jî sewqî edliyeyê kirin.

Dozger dayikên aştiyê Adalet Çay (60) Hadel Ogûr (49), endamê Meclîsa Şaredariya HDP2ê ya Pirsûsê  Îsmaîl Kaplan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dayikên aştiyê Meyaser Korkmaz (49) û Fatma Akbaş (56) li gel  Cebraîl Ogûr, Denîz Agaçgoz, Celal Altûn, Kader Delîkan, Aynûr Delîkan û Mehmet Tekîn bi şertê kontrola edî ji bo bên berdan sewqî dadgehê kirin. Dozger di îfadeyê de ji 11 kesî daxwazên telefon, sersaxî û serdanên malbatan pirs kir.

Dadgehê ji bo endamê meclîsa şaredariyê Îsmaîl Kaplan bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ biryara girtinê da. Ji bo dayika aştiyê Adalet Çay jî cezayê hebsa malê û yên din bi şertê kontrola edl îberdan.